Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Seroki Mesûd Barzanî peyamek bi boneya koça dawî ya Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mustafayev belav kir û têde ragihand ku ji destdana wî xisar û windayiyek mezin e.
Baregeha Barzanî bi boneya koça dawî ya nivîskar, siyasetmedar û Serokê berê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Qafqasyayê û Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mustafayev wefat peyamek serxweşiyê belav kir.
Baregeha Barzanî di payama xwe serxweşiyê de de ku arasteyê malbata Wekîl Mustafayev kiriye, dibêje: “Mixabin bi xemekî mezin nûçeya koça dawî ya nivîskar û kesayetiya diyar a kurdên welatên Sovyetê Wekîl Mistefayev giheşt me. Xwedê jê razî kesekî niştimanperwer bû, ku xizmetekî mezin bo dîroka gelê Kurd kiriye û ji destdana wî kesayeta mezin xisar û windayiyek mezin e.”
Baregeha Barzanî di beşeke din serxweşiyê li malbat, kesûkar û dostên Wekîl Mustafayev kir û ragihand : “Em xwe şirîkê wê xema we dibînin. Ji xwedêyê mezin em daxwaz dikin, xwedê jê razî bi biheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.”
Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Musatafayev di 81 saliya xwe de duh Înê (219.04.2019) li Belçîkayê koça dawî kir.
Wekîl Mustafayev di sala 1938a de li Ozbekistanê, di malbateke penaber de jidayik bû. Malbata wî ji Qafqasya ber bi Asyaya Navîn hatibû surgunkirin.
Di sala 1988an de li Sovyetê tevlihevî û nakokiyên di nav miletên cuda de dest pê dike, li ser Kurdên Ozbekistanê, Qirgizistanê, Ermenistanê zextên neteweperestî dest pê dike, Wekîl Mistefayev tevî hevalên xwe rêxistina "Yekbûn" ê ava dike û dibe cigirê wê organizasyonê, armanca wî ji nû ve avakirina otonomiya Kurdistana Sor bû.
Wekîl Mustafayev piştî hilweşandina dewleta Sovyetê wek penaber li Ewropayê dijiya.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse