Baregeha Barzanî ji bo lehiyên li Kerkûk û Silêmaniyê peyamek belav kir

37 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Baregeha Barzanî Lehî Silêmanî Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Barzanî ji bo mexdûrên lehiyê bangî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir.

Baregeha Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyên lehiya navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê û Kerkûkê re xwest.

Baregeha Barzanî ji Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî xwest ku di demeke herî zû de bi hawara mexdûran ve biçe.

Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de gotin:

"Bi mixabîniyeke mezin di encama barana zêde û lehiyê de li navçeya Çemçemalê û nahiyeya Leylanê ya Kerkûkê 3 welatiyan can da û hejmarek welatî jî birîndar bûn."

Baregeha Barzanî li gel sersaxiya ji bo malbatên qurbaniyan û hêviya şîfayê ya ji bo birîndaran, daxwazek arasteyî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir.

Baregeha Barzanî ji Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî xwest ku "di demeke herî zû de bi hawara mexdûr û zererdîtiyên wê bûyerê ve biçin û çi ji destê wan tê ji bo alîkariyê bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst