Li Colemêrgê hezîna axê: Gelek ajel di bin axê de man

20-04-2024
RÛDAW
Li Colemêrgê erd heziya/ Wêne: AA
Li Colemêrgê erd heziya/ Wêne: AA
Nîşan Colemêrg Hezîna Axê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê erd heziya û gelek ajel di bin axê de man.

Şeva borî li gundê Dêzê yê girêdayî navenda bajarê Colemêrgê erd heziya û axureke ku ajelên welatiyan tê de bûn di bin axê de ma.

Xelkê gund aliyên pêwendîdar agahdar kir ku hejmareke zêde ya ajelên wan di bin axê de mane.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), Cendirme û Îdareya Taybet a Colemêrgê çûn cihê bûyerê.

Tîman bi makîneyên kar ji bo derxistina ajelên welatiyan xebat da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst