AMED - Kurd daxwaza avakirina gundên xwe yên şewitandî dikin: ‘Wan jiyana me jî şewitand’
Amed (Rûdaw) - Di şerê di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de li Bakurê Kurdistanê di salên 90î de 3 hezar û 700 gund ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin û valakirin.
Di demeke ku PKKyê xwe fesix kir û dawî li şerê çekdarî anî de Rûdaw çû yek ji wan gundê ku ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin û bi gundiyan re axivî.
Yek ji wan gundên ku hatiye şewitandin jî mezraya Rindikayê ya devera Eskarê ya navçeya Pasûrê ya Amedê ye.
Bi hinceta ku gundî alîkariya PKKyê dikin û gerîlayan dihewînin sala 1993yan tê şewitandin.
32 sal in ku mezraya Rindikayê mişemir maye, bêxwedîtiya gund ji dehl û giya û darên ku di nava kavilên malên wêrankirî de şîn bûne jî diyar dibe.
Mehmet Şah Erenê ku gundê wî hatiye şewitandin got:
“Ev şîlan in di cihê odeyên me de, di cihê ku em tê de ne mezin bûne.
Bûne dar û devî. Ji vê wê de jî xaniyê min e. Xaniyê bavê min e. Em şeş bira ne.
Ev xanî hemû du qat bûn. Li pêşiya wan balkon hebûn. Zarokatiya min, ciwaniya min, zewaca min, zarokên min hemû di vî xaniyê ku wan şewitand de Xwedê da.
Wexta ku wan xaniyê me şewitand, tenê xanî nehat şewitandin di van xaniyan de ciwaniya me hat şewitandin, zarokatiya me hat şewitandin, jiyana me hat şewitandin.
Ez di vî xaniyî de zewicîm. Bextewariya min a ewil di vî xaniyî de bû, ew jî agir pêxistin.
Îro ex xatireyên me dilê me diêşînin. Yanî dema malên me, gundên me şewitandin, ew ne tenê şewitandin bû, jiyana me jî şewitandin.”
Di salên 90î de dema şer û pevçûnên di navbera PKK û dewletê de dijwar dibe, polîtîkaya valakirina gundan û koçberkirina Kurdan dikeve dewrê.
Li gorî amarên Komeleya Mafên Mirovan, li Bakurê Kurdistanê herî kêm 3 hezar û 700 gund û gundik bi darê zorê hatine valakirin.
Mumtaz Eren dema ciwan bûye gundê wî dane ber agir.
Bi gotina wî nehiştin ku derziyekî xwe jî ji şewatê bifilitînin.
Ew kêlî tu caran ji ber çavên wî naçe.
“Em niha dixwazin li vir bijîn”
Mumtaz Eren jî wiha behsa wan rojan dike:
“Dema ku dewletê xanî şewitand tê de he heywanên me hebûn, karikên me hebûn, kurmên me hebûn, ew tev tê de hebûn.
Tev şewitîn çûn. Me tiştek jê xilas nekir. Livînên me, xwarina me, libasên me, bîranînên me, her tiştên me tê de şewitîn.
Em koçber bûn û careke din êdî nehatin vê derê û nejiyan.
Em niha dixwazin li vir bijîn. Heger bê avakirin, em dixwazin li vir bijîn.”
PKKyê piştî dan û standinên Îmraliyê biryar da ku xwe bi temamî fesix bike û dawî li şerê çekdarî bîne.
Niha egera aştiyeke mayînde li ber derî ye, ji ber vê yekê gundî dixwazin dewlet bi projeyeke nû gundên ku vala kirine ji nû ve ava bike.
Ji bo gundiyan derfetên mayîna li gundan ji nû ve çêke.
Mehmet Şah Eren bang kir û got, “Dewletê çawa şewitandiye bila wisa jî ava bike.”
Şengul Eren jî da zanîn:
“Ez ji dewletê xanî dixwazim, elektrîkê dixwazim.
Em êdî nikarin li navçeyê îdareya xwe bikin.
Heger alîkariya me bike em ê ji xwe re baxçeyan deynin, heywanan xwedî bikin, kurman deynin, em ê zarokên xwe jî bi van tiştan bidin xwendin.”
Ne tenê li Pasûrê li navçeyên Licê, Pîran, Farqîn û gelek navçeyên din ên Amedê jî gundên ku hatine şewitandin û valakirin pir in.
Hinek ji van gundan bi dehan salan in kes qet neçûye wir lê li hinek gundan hindik be jî hin xaniyên nû hatine lêkirin. Gundî tenê havînan diçin van gundan.