Hewlêr (Rûdaw) – Îdiaya ku malbata Rêberê PKKê Abdullah Oacalan dê Cejna Remezanê serdana wî bike, hat derewandin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî ku got wan pêvajoya çareseriyê cemidandiye, hevdîtinên bi Ocalan re jî hatibû rsekinîbûn.
Di medya Tirkiyê de hate ragihandin ku malbata Abdullah Ocalan dê Cejna Remezanê biçe Girava Îmraliyê.
Birayê Ocalan, Mihemed Ocalan ji Rûdawê re derbarê vê idiya de wiha got:
“Haya min ji agahiyeke wiha tineye. Min niha ev agahî ji we bihîst. Em ji bo hevdîtinê her tim serlêdanê dikin, lê heta niha bersiveke erênî nedane me.”
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Dilek Ocalan jî wiha bersiv da:
“Me weke malbata Ocalan derbarê vê yekê de ti zanyarî seh nekirine. Dixwazin bi agahiyên wiha gel bixapînin.”
Xwarziya Ocalan, Dilek Ocalan wiha domand: “Baş dizanin ku di vê pêvajoya şerî de gotinên birêz Abdullah Ocalan li civakê cihê xwe digrin. Bizanebûn vê yekê dikin. Em ji gelê xwe dixwazin, bila ji wan nûçeyan bawer nekin.”
Parêzer Sarica: Tê redkirin
Parêzerê Ocalan yê bi navê Rezan Sarica jî derbarê mijara navborî de wiha got:
“Dîsa destpêkirin agahiyê wiha bexin rojevê. Em parêzerê wî ne, lê ti agahî ji bo me nehatine. Hemû serlêdanên me ji aliyê Wezareta Dadmendiyê ve têne redkirin. Niha yek rastî heye, Ocalan di bin tecriteke dijwar de ye. Dixwazin bi van agahiyan vê tecritê veşerin.”
Serokwezîrê Tirkiyê çi gotibû?
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim gotibû, ji PKK xeber tên ku ew dibêjin: “Em dikarin bicivin, çekan danin û biaxivin.”
Piştî vê gotina Binalî Yildirim, çavderên siyasî şirovkiribûn ku rayedarên hikûmeta Tirkiyê biveşartî ligel Ocalan û PKK danûstandinan dikin.
Beriya çend rojan nivîskarê nêzîkê hikûmeta AK Partiyê yê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvî jî nivîsandibû, hevdîtinên Ocalan û berpirsên dewletê didome.
Herwiha Nivîskar û Nûnerê Ofîsa Sabahê Okan Muderrisoglu jî 11ê Hezîranê di nivîsa xwe de heman tişt îdia kiribû û gotibû, rayedarên dewletê li Girava Îmraliyê diçin serdana Ocalan.
Herî dawî 6ê Cotmehê
Malbata Ocalan herî dawî 6ê Cotmeha 2014an li Îmraliyê bi helkefta Cejna Qurbanê serdana wî kiribû.
Şanda Îmraliyê jî herî dawî di 6ê Nîsana 2015an de ligel Ocalan civiyabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse