BURSA - Ciwanekî dê, bav û birayê xwe kuştin

08-02-2024
Nîşan Bursa Ciwan Malbat Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî 19 salî, li navçeya Osmangaziyê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê dê, bav û birayê xwe bi çifte û kêrê kuştin.

Bûyerê îro berê sibeha li kuçeya 2.Vakifê ya Taxa Hamîtlerê ya Osmangaziyê rû da.

Li gorî agahiyan, ji ber sedemeke nediyar di navbera kesê bi navê A.Y. yê 19 salî û bavê wî A.Y. yê 64 salî de gotegotek çêbûye.

Bi zêdebûna nîqaş û gotegotê ciwanê 19 salî, bavê xwe û dayîka xwe ya bi navê Z.Y. ya 55 salî û birayê xwe M.Y. yê 15 salî bi kêrê û çiftê kuştin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Ciwanê ku malbata xwe kuştiye ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Cenazeyê her sê kuştiyan jî veguhastin Saziya Tiba Dadî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst