Mela Bextiyar: Îranê giştpirsî red kir û me jî biryara xwe parast

20-07-2017
RÛDAW
Mela Bextiyar
Mela Bextiyar
Nîşan Mela bextiyar Îran referandum redkirin parastin biryar
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand: “Îranê giştpirsî red kir û me jî têbîniya xwe ji rayedarên Îranê re got.”

 

Mela Bextiyar di konferanseke rojnamevaniyê de li ser serdana şanda YNKê ya bo Îranê diyar kir:

 

“Li Îranê ji Rêber heta Wezareta Derve, helwesta wan li dijî giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê bû. Di vê civînê de jî, bi awayekî hûrgilî dijayetiya xwe ya li ser vê mijarê ji me re ragihandin. Wan gotina xwe got û me jî gotina xwe got. Wan giştpirsî red kir û me jî parast.”

 

Herwiha Mela Bextiyar eşkere kir:

 

“Me ji rayedarên Îranê re diyar kir, ku tenê me biryara pêkanîna referandumê nedaye, ku em niha bi 'Erê' yan 'Na' bersiv bidin we. Divê em li nav partiya xwe û li gel partiyên din, daxwaza we gotûbêj bikin. Piştre dê derkeve holê ku ev pirs ber bi ku ve diçe.”

  

Mela Bextiya bal kişande ser wê yekê ku welatên cîhanê giştpirsî bi awayekî hûrgilî fêm nekirine û got: “Me ji Îranê re ragihand, ku pirsa giştpirsî, ya me hemû aliyan e û me hemû bi hev re biryara xwe daye. Biryar ji aliyê 16 partiyan ve hatiye dayîn. Di rêkeftina me û Goranê de heye, em partiyeke wisa ne ku me diruşma dayîna biryara çarenûsa xwe bilind kiriye. Me federaliya xwe anî cih. Ji ber vê niha em nikarin berevajî diruşmên xwe bi tena serê xwe biryar bidin.”

 

Diyarkirina dema hilbjartinên Parlemento û Serokatiya Herêma Kurdistanê

 

Mela Bextiyar li ser diyarkirina dema hilbijartinên Parlemento û Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Dema hilbijartinan hatine diyarkirin. Niha tenê ev dimîne; gelo komîsyon dikare heta wê demê amadekariya xwe ya ji bo pêkanîna hilbijartinan temam bike? Eger komîsyon bikaribe ku vê pêvajoyê pêk bîne. Em weke YNKê, qet xwariyeke me tune ye û weke partiyên din emê beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst