Li çiyayê Agiriyê du çiyager wenda bûn

20-07-2024
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Agiriyê Çiyager
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji grûpeke çiyager du kes li çiyayê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê wenda bûn.

Çiyayê Agiriyê çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye yek ji navendên girîng ên geştiyariyê ye.

Bilindahiya Çiyayê Agiriyê zêdetirî 5 hezar metreyan e.

Di demsala havînê de çiyager ref bi ref berê xwe didin bilindtirîn çiyayê Kurdistanê yê Agiriyê.

Grupeke çiyagerên ku dixwest bi çiyayê Agiriyê hilkişin li bilindahiya 5 hezar û 137 metreyan mijê bi ser wan de girt û ba bager rabû.

Ji wê grûpê du çiyagerên di nav ba û bagerê de man û wenda bûn.

Çiyageran agahî da tîmên hawarçûnê ku du hevalên wan rizgar bikin.

Li ser agahdarkirinê tîmên pêwendîdar çûn cihû bûyerê.

Herwiha tîmeke çiyagerên pispor jî çû cihû bûyerê da ku li çiyagerên wenda bigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dronek / Wêne: Rûdaw Grafîk

Li Dêgeleyê êrişa dronî: Kampa ku jin û zarok lê dimînin hat bombebarankirin

Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand