کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Goristana dîrokî ya li Dêrsimê nayê parastin

RÛDAW

RÛDAW

20-08-2020
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW20-08-2020

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê goristaneke dîrokî heye ku yek ji goristanên kêmpeyda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye, tê pêşbînîkirin 500 sal berî niha hatibe çêkirin. Goristan dikeve sînorê bajarokê Xozatê û di navbera gundên Derwêşcemal û Zankirekê de ye.

Di vê goristanê de hejmarek kesayetiyên diyar ên sedsalên 18 û 19 ên zayînî hatine veşartin. Kêlên goran bi awayekî cuda û taybet hatine çêkirin. Bi derbasbûna demê re ji ber ku nehatine parastin, gelek zerar gehiştiye wan.

Akinciyên gundê Derwêşcemal daxwaz dikin ku ew goristana dîrokî were nûjenkirin û wek navçeyeke dîrokî bikeve jêr çavdêriya Rêveberiya Şûnwaran.

Muxtar û xelkê navçeyê karbidestên hikûmetê rexne dikin û dibêjin, ligel ku çendîn car soz dane ev goristan bê parastin û nûjenkirin, lê di vî warî de ti pêngavek nehatiye avêtin.

Mustafa Karataş, Muxtarê Gundê Derwêşcemal dibêje, “Dîroka vê goristanê zêdeyî 500 hezar sal e. Em dixwazin xizmeteke were vê derê. Gorên me têk neçin, kêlên beşeke zêde ya wan şikestine. Em naxwazin hilweşin. Herdema berê xwe didin wan xembar dibin. Em dixwazin xizmet bê kirin û werin parastin. Ya baş ew e bê têlbendkirin, wê demê ajel naçin nav, xelk naçin nav. Em kêfxweş dibin ev goristan bê parastin, qaşo tê parastin lê ne wiha ye.”

Di çend salên derbasbûyî de ji çend zanîngehên Tirkiyê tîmên cuda çûne nav wê goristanê ku li ser rûberê 10 donim zevî hatiye çêkirin û derbarê kêlên goran de lêkolîn kirine. Di encama lêkolînan de, 3 cor kêlên cuda hatine destnîşankirin.

Kêlên hinek goran bi awayê serê hesp û serê beranan hatine çêkirin. Ew nexş û wêneyên li ser kêlên goran tên dîtin ji kultura navçeyên Asyaya Navîn destpê dikin heta digihe baweriya Elewiyên Anadolê. Goristan bi awayekî hatiye paşguhxistin, eger neyê nûjenkirin, bi derbasbûna demê re ji nav diçe.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên