Fazil Mîranî: Kurd posta cîgirê serokwezîriya Iraqê dixwazin

20-10-2018
RÛDAW
PDK dixwaze encûmena federalî were damezirandin
PDK dixwaze encûmena federalî were damezirandin
Nîşan Fazil Mîranî PDK Kurd Hikûmet Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Polîtburoya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, di hikûmeta nû ya Iraqê de Kurd posta cîgirê serokwezîriyê û çend wezaretên serwer û xizmetguzariyê dixwazin.

 

Fazil Mîranî dibêje, PDK bo çavdêrkirina hikûmetê pêwîstiyê bi desteya siyasî ya stratejiyan û damezirandina encûmena federal dibîne.

 

Ev 17 roj in di ser dema Adil Ebdulmehdiyê bo pêkanîna hikûmeta Iraqê erkdarkirî re derbas bûye lê hêj navê wezîrên kabîneyê radestî parlamentoyê nekiriye. Tê çaverêkirin ku hefteya bê navê endamên kabîneyê bide ber parlamentoyê.

 

Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr daxuyaniyek belav kir û dibêje, pesna hewlên Hevpeymaniya Feth û Hîkmeyê didin ku desthilatî bi tevahî da Adil Ebdulmehdî bo ew bi xwe wezîrên kabîneyê diyar bike.

 

Saîrûn amaje bi wê yekê jî kir ku nabe ti kes destwerdanê li karên Adil Ebdulmehdî bike, divê ew bi xwe wezîrên serbixwe û teknokrat bo kabîneyê diyar bike.

 

Di heman demê de Parlamenterê Hevpeymaniya Binyadê Muxtar Mehmûd da zanîn ku li go mekanîzmaya dabeşkirina wan postên wezîrî yên hatine ragihandin divê bo her parêzgehekê wezaretek be. Bo her yek li Bexda û Besreyê 2 wezîr hatine diyarkirin, para Hevpeymaniya Binyad jî 13 wezaret e û bo wezaretekê jî hejmara berbijêran ji 4a derxistin 5a.

 

Serokwezîrê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî jî destnîşan kir ku hevpeymaniya wan ti postên wezaretê nexwestiye û piştî pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê mudaxeleyê siyasetê nakin.

 

Di roja 2yê Cotmeha 2018a de Adil Ebdulmehdî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat erkdarkirin û li gor destûrê divê di nav 30 rojan de kabîneya hikûmetê pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst