2 ji wan xwekuj bûn; 5 çekdarên nenas li Başûr hatin kuştin

20-11-2016
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Helebce Çekdar Nenas
A+ A-

Helebce (Rûdaw) – Parêzgarê Helebceyê Elî Osman ragihand, 5 kes ji çekdarên nenas ên ku şeva bihorî li Helebceyê hatibûn dîtin, hatine kuştin û tenê çarenivîsa 1 çekdarî diyar nine.

 

2 çekdaran xwe teqandiye

 

Parêzgarê Helebceyê yê bi wekalet, Elî Osman di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: Li çiyayên gundê Giryane ya ser bi Helebceyê, 3 çekdarên nenas hatin kuştin û 2 çekdaran jî xwe teqandiye. Geryan û pişkinîn bo çekdarê şeşem jî berdewam e.

 

Parêzgarê Helebceyê dilniyayî da welatiyan

 

Parêzgarê Helebceyê yê bi wekalet da xuyakirin, ku hejmara endamên wê grûpa çekdarî 6 kes bûye.

 

Elî Osman herwiha dilniyayî da welatiyan ku rewşa Helebceyê û derdora wê aram e û hêzên ewlehiyê bo dîtina çekdarên şeşem, mijûlî operasyonên lêgerîn yên hêzên ewlehiyê ne.

 

Çekdar çawan aşkere bûn?

 

Êvariya roja şemî 19ê Mijdara îsal, li nêzîkî çemê gundê Giryane ku bi qasî 21 kîlometreyan ji bakurê rojhilatê Helebceyê ve dûr e, hejmarek çekdarên DAIŞê hatin dîtin.

 

Piştî ku Asayiş ji hebûna wan çekdaran hat agahdarkirin, şer û pevçûn di navbera hêzên asayişê û çekdaran de derket. Di encama şer de pêşmergeyek birîndar bibû.

 

Li gel belavbûna nûçeyê jî, dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ew grûp weke grûpeke terorîstî nas kir û ew demek dibe ku wan zayarî li ser grûpeke wisa heye.

 

Berpirsekî YNKê: Çekdar srer bi DAIŞê ve ne

 

Cîgirê Melbenda 9 as Şarezorê yê Yekîtiya Nişîtmnaiya Kurdistanê (YNK), Ehmed Qedeferî jî ji Rûdawê re ragihand: “Demek dibe, me zanyarî heye ku li sînorê gundê Giryane yê Helebceyê komeke çekdarên DAIŞê hene.”

 

Ehmed Qedeferî tekez kir: “Eger ew 5 çekdar, her hemû jî xelkê Helebceyê nebin jî, bêguman çend kesên wan her xelkê deverê ne. Çimku ew dever devereke pir zehmet e û yê ku şareza nebe, qet jê dernaçe.”

 

Pêşmergeyê birîndar behsa çawaniya bûyerê dike

 

Merîwan Mihemed Emîn ku pêşmerge ye û temenê wî 27 sal e, roja şemiyê 19ê Mijdara 2016ê di bêhnvedanê de bûye û bi mebesta geştkirinê li gel 3 hevalên xwe çûye gundê Giryane. Merîwan Mihemed Emîn û hevalên wî li wir 5 çekdarên nenaskirî dîtine û demildest hêzên asayişê agahdar kirine.

 

Di daxuyaniyeke bo Rûdawê de, Merîwan Mihemed amaje bi hûrgiliyên zêdetir ên derbarê bûyerê de kir û got: “Piştî ku yekîneyên asayişê gihîştin, saet 15:00ê êvarê çekdaran em dîtin. Teqe li me kirin û ez bi sivikî birîndar bûm. Paşê bo demekê şere teqe di nevbera çekdaran û hêzên asayişê de rû da.”

 

Wî pêşmergeyî herwiha behsa wê yekê jî kir, ku çekdaran bi kurdî li gel hev diaxivt û tenê kesek ji wan ridîn (rih) hebû.

 

Derbarê birîna xwe de jî, wî pêşmergeyî da zanîn, ku birîna wî sivik e û rewşa tendirustiya wî gelek baş e û niha li mala xwe ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst