Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî Kurd ê ji gundewarê Kobaniyê ku li Reqayê dijî, dema xwestiye malbata xwe ji şer û pevçûnan rizgar bike, li ser rêya Reqa - Kobaniyê hat kuştin.
Kesekî nêzîkî wî welatiyî ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê wî were eşkerekirin û ji Rûdawê re ragihand, navê wî Sadiq Mihemed Yasîn e, 47 salî ye û bavê 7 keç û kurekî ye.
Sadiq Mihemed bi eslê xwe xelkê gundewarê Kobaniyê ye lê demeke ji bo karê cotkariyê li Reqayê bi cih bûbû.
Li gorî agahiyan, Sadiq Mihemed 18ê vê mehê li herêma Hecîmeyê ya parêzgeha Reqayê hatiye kuştin.
“Zarokên xwe şandin, ew bi traktorê çû”
Xizmê wî welatiyî li ser bûyerê got:
"Dema şer û pevçûnan li Reqayê dest pê kir, Sadiq xwest zarokên xwe rizgar bike û wan derxîne derve, lewma berê xwe da Kobaniyê.
Zarokên xwe bi otomobîlekê şandin û ew bi xwe jî bi traktorê ket rê."
Li gorî zanyariyên Rûdawê, zarokên Sadiq bi silametî gihiştine Kobaniyê lê ew bi xwe li herêma Hecîmeyê ketiye destê komên çekdar û hatiye kuştin.
Xizmê Sadiq derbarê kujerên wî got, "Heta niha bi temamî ji bo me nehatiye piştrastkirin bê kê ew kuştiye.
Serê pêşî gotin komên çekdar ên girêdayî artêşa Sûriyeyê ne, piştre dema artêşa Sûriyeyê gihişt herêmê û eşîran jî dest bi şer kir rewş tevlihev bû.
Lê em piştrast in ku ji aliyê komên çekdar ve hatiye hedefgirtin."
Xizmê Sadiq tekez kir ku ti pêwendiya wî cotkarî bi aliyên siyasî û leşkerî re nebûye û got:
"Sadiq tenê welatiyekî Kurd bû, karê cotkarî û çandiniyê dikir."

“Termê wî nadin”
Kesûkarên wî cotkarê Kurd bi rêya posteke Facebookê ya hevalekî Ereb ê Sadiq pê hesiyane ku ew hatiye kuştin.
Malbata wî piştî hewldaneke zêde ya ji bo peydakirina termê wî, zaniye ku term di destê çekdaran de ye.
Çavkaniyê ji Rûdawê re got, "Agahî gihişt me ku çend kesên xêrxwaz termê wî birine nexweşxaneyê lê heta du rojan piştî kuştina wî jî term hîn di destê çekdaran de bû.
Xêrxwazan hewl dabû term bibin lê serê pêşî term nedabûn wan."
Li ser sedema radestnekirina termê wî, endamê malbata Sadiq got:
"Gelek kes li wê derê hene ku em wan nas dikin, me ji wan re got 'Hûn çend pereyan bixwazin, eger hûn vî termî bigihînin me, em dê bidin we.'
Lê wan got ku ew nikarin term ji me re bînin, ji ber ku Sadiq Kurd e, çekdar dibêjin 'Hûn ser bi HSDyê ve ne.' Loma gotin ku ew nikarin tiştekî bikin."
Heta niha çarenivîsa termê Sadiq Mihemed ne diyar e û nayê zanîn bê veguhastine kîjan nexweşxaneyê, li ku derê hatiye avêtin an hatiye veşartin.
Ji ber xerabbûna torên pêwendiyê yên li herêmê, malbata wî nikare pêwendiyê bi wî hevalê wî re jî bike ku cara ewil nûçeya mirina wî belav kiribû.
Xizmê Sadiq bi rêya Rûdawê bangî rêxistinên mafên mirovan kir ku vê dosyeyê bişopînin û got:
"Ev hemû kuştin li dijî xelkê Rojavayê Kurdistanê heye û hemû cîhan li hemberî wê bêdeng e."

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse