Tirkiye li dijî NATOyê biryareke nû dide

20-11-2017
RÛDAW
Nîşan NATO Amerîkam Tirkiye S-400 Rûsya
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Nakokiyên di navbera Tirkiye, Amerîka û welatên endam di NATOyê de her ku diçe zêdetir dibin. Tirkiyê ragihand ku eger NATO wê rêkeftina balafirên F-35 hilweşîne, dê Tirkiye jî sîstema berevaniya asmanî ya ku li bajarê Melediya Bakurê Kurdistanê hatiye danîn ku armanca wê astengkirina moşekên Îranê ne, rabikin.


Nerazîbûna Amerîkayê û welatên endamên NATOyê yên li hemberî kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê wan demên dawiyê zêdetir bûye.


Herî dawiyê welatên endamên NATOyê ragihandin ku eger Tirkiye moşekên S-400 ji Rûsyayê bikire, ewê jî firotina balafirên şer ên F-35 bi Tirkiyê re betal bikin.


Hikûmeta Tirkiyê jî diyar kir ku ew sîstema berevaniya asmanî heya nava Îranê bibandor e, eger NATO rêkeftina balafirên F-35 rawestîne, wê Tirkiye jî sîstema berevaniyê rabike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst