STENBOL - Civîna sêalî ya Tirkiye-Amerîka-Ukraynayê bi dawî bû

16-05-2025
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Amerîka Tirkiye Rûsya Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna sêalî ya heyetên Tirkiye-Amerîka-Ukrayna ya li Koşka Dolmabahçeyê ya li Stenbolê bi dawî bû.

Heyetên Tirkiye, Amerîka û Ukraynayê di bin serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan hat lidarxistin.

Di civîna ku saetek dewam kir de di nav heyeta Tirkiyeyê de Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî cih girt.

Di şandeya Amerîkayê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ji bo Ukraynayê Keith Kellogg amade bûn.

Di şandeya Ukraynayê de jî Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak, Wezîrê Karên Derve Andrii Sybiha û Wezîrê Parastinê Rustem Umerov amade bûn.

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, biryarnameya derbarê avakirina heyeta Ukraynayê ya ku dê beşdarî dan û standinên aştiyê yên li Stenbolê bibe duh îmze kiribû.

Cîvîna sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê dest pê kir

Her wiha beriya bi demekê civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê jî dest pê kir.

Hakan Fîdan di destpêka Cîvîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê got, "Ji bo em di rêya aşitiyê da bi pêş bikevin pêdivê em derfetê bi kar bînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst