Çîroka zarokê xwekuj ê DAIŞê

20-12-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk DAIŞ Xwekuj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di meha Tebaxa 2016ê de polîsê Kerkûkê zarokekê bi navê Mihemed Ehmed, bi kemera bombebarkirî desteser kir. Mihemed di dema lêpirsînê de behsa çîroka xwe ya ligel çekdarên DAIŞê dike.  

 

Temenê Mihemed Ehmed 15 sal e. Ew dibêje; “Em nêzîkî 60 zarokan bûn. DAIŞê em perwerde kirin. Her roj ji me re behsa xweşiya beheştê dikirin û digotin eger hûn bimrin hûn dê herin beheştê. Vîdeoyên bi tirs didan nîşa me.”

 

Mihemed behsa pêvajoya perwerdeyê jî dike û diyar dike, ku di dema perwerdeyê de fêrî bikaranîna çek û teqemeniyan bûne û paşî ew şandine Hewîceyê.

 

Zarokê ku ji bo çalakiyeke xwekujî hatibû raspartin dibêje; “Li Hewîceyê di perwerdeyê de 4 zailamên mezin ji me re behsa beheştê dikirin. Her roj her deme ev gotin dubare dikirin. Dîmenên birîna serê mirovan û şer bi me didan temaşekirin.”

 

Mihemed dibêje ew hê di kampa perwerdeya Hewîceyê de poşman bûye ku çûye nav DAIŞê. Li gorî gotina Mihemed wî nexwestiye çalakiya xwekujiyê bike lê bi zorê ew şandine Kerkûkê.

 

Ji bo çalakiya xwekujî wî dişînin Kerkûkê. Mihemed wiha behsa wê demê dike:

 

“Dema gihiştim cihê çalakiyê du dil bûm. Dema min ew ciwanên di yarîgehê de dît, min zanî ku karekî xelet dikim. Min xwe ne teqand û vegeriyame cem wî kesê ku ez anîbûm. Lê wî careke din ez şandim û got, her ev fermana Ebû Selam e. Min xwest li pişta yarîgehê re birevim lê polîsan ez girtim.”

 

Gelek zarok di kampên leşkerî yên DAIŞê de ji bo çalakiyên xwekujiyê tên perwerdekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst