Nûçegihanê Rûdawê: DAIŞê li Kerkûkê polîsek kuşt

28-12-2023
RÛDAW
Nûçegihanê Rûdawê: DAIŞê li Kerkûkê polîsek kuşt
Nûçegihanê Rûdawê: DAIŞê li Kerkûkê polîsek kuşt
Nîşan Kerkûk DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên Rûdawê, DAIŞê li Kerkûkê êrişî 2 polîsan kir û di encamê de yek ji wan hat kuştin.

Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed li Kerkûkê ragihand, du çekdarên DAIŞê çavdêriya du polîsan kirine û ew dema ku ji bo kirîna kelûpelan çûne bazarê, gule li wan reşandine û yek ji wan kuştine.

Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê, di encama êrişê de 2 sivîl jî birîndar bûne.

Li gorî dîmenên ku ketine destê Rûdawê, îro piştî nîvro li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê polîsekî çalakiyên sivîl hat kuştin.

Di dîmenan de diyar dibe ku kesek diçe paş serê polîsekî û guleyekê bi serê wî de diteqîne.

Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed ji cihê bûyerê ragihand:

“Du polîsên çalakiyên sivîl dema ku li Bazara Lengeyê bûn, ji aliyê du kesên çekdar ve hatin gulebarankirin û yekî ji wan di cih de canê xwe ji dest da.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst