Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku ji bo xurtbûna bazirganiya navbera Tirkiye û Iraqê li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê "Foruma Kar û Veberhênanê ya Dîlok - Iraqê" îro dest pê dike.
Serokê Kordînator yê Yekîtiyên Hinardekarên li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê/Bakurê Kurdistanê (YÎBRA) Abdulkadîr Çikmaz daxuyaniya nivîskî da û got ku di navbera 20-22yê berfanbara 2017an da forumê were kirin û ji bo xurtbûna bazirganiya navbera herdu welatan ev forum girîng e.
Abdulkadîr Çikmaz destnîşan kir ku Parêzgariya Dîlokê, Şaredariya Bajarê Mezin, YÎBRA, Odeya Pişesaziya Dîlolê û Odeya Bazirganiyê ya Dîlokê û gelek saziyên civata sivîl piştgiriyê didin forumê, forum ne tenê ji bo bajarê Dîlokê ji bo aboriya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî dê encamên baş jê derkevin.
Çikmaz diyar kir ku beşdarvanên forumê dê zêde bin û got ku ji hikûmeta Iraqê kesên payebilind, borakratên iraqî, karsaz, pîşesaz jî dê beşdar bibin.
Herwiha Çikmaz got ku forum dê îro (20.12.2017) di saet 14.00î da li Otêla Teymur Continentalê dest pê bike û pişt re hevdîtinên karsazên herdu welatan dê dest pê bike.
(A.B)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse