Li Bexdayê 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Bexda DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyona hêzên Iraqî de li bakurê paytext Bexdayê 4 endamên DAIŞê ku yek ji wan berpirsekî payebilind e hatin kuştin.

Fermandarê Operasyonên Bexdayê Ehmed Selîm di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a Iraqê INA re got, “Hêzên girêdayî Tûgaya Piyade ya 23'an li Tarimiye li dijî çekdarên DAIŞ'ê çalakiyek li dar xistin. Di operasyonê de ku li ser bingeha îstixbarata hûr hat kirin, 4 terorîstên ku di nav wan da Waliyê Bakur ê Bexdayê jî heye hatin kuştin.”

Hêzên Iraqê li navçeya Tarimiye ya Bexdayê gelek caran operasyonan li dijî rêxistina DAIŞê pêk tînin.

Serokwezîrê Iraqî Mihemed Şiya Sudanî di 23ê Gulanê de daxwaz kiribû ku di planên serbazî û ewlekarî yên li herêmên ku DAIŞ lê heye, pêdeçûn bê kirin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî di heman rojê de ragihand ku ji destpêka damezrandina hikûmeta Sûdanî ve heta niha 155 terorîstên DAIŞê di operasyonên hêzên wî welatî de hatine kuştin.

Rêxistina DAIŞê li navçeyên wek Çiyayê Hemrîn û hin navçeyên ser bi Kerkûkê ve çalak e. Tê zanîn ku endamên DAIŞê li devera biyabanî ya Enbar û rojavayê Mûsilê jî hene.Çekdarên DAIŞê li wan navçeyan hêzên Iraqî û sivîlan dikin armanc.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst