Malbata Şêx Evdilkerîm: Kuştina Şêx ne kuştineke ji rêzê ye

21-01-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Malbata Şêx Evdilkerîm dibêje kuştina wî ne kuştineke ji rêzê ye
Malbata Şêx Evdilkerîm dibêje kuştina wî ne kuştineke ji rêzê ye
Nîşan Şêx Abdulkerîm Çevîk Bakurê Kurdistanê Bedlîs
A+ A-

Bedlîs (Rûdaw) - Kuştina navdartirîn şêxê nexşebendiyan li Norşêna Bakurê Kurdistanê Şêx Evdilkerîm 3 rojan li dû xwe hişt.  Bi dehan hezar kesan di 3 rojan de serdana şîna şêx kirin û serxweşî li malbatê dan. Lê heta niha jî ev kuştin nehatiye zelalkirin. Malbat dixwaze perdeya reş a li ser kuştina wî bê rakirin.

Cenazeyê şêxê Nexşebendî Şêx Evdilkerîm Çevîk bi beşdariya bi hezaran kesî li merqeda bav û kalên xwe hate veşartin.

Di ser vê kuştinê de 3 roj derbas bûn lê hêj nehatiye zelalkirin ka kuştineke siyasî ye yan kuştineke edlî ye. Di serê malbatê de pirsa "Çima Şêx Evdilkerîm?" her zindî ye.

Derbarê mijarê de kurmamê Şêx Evdilkerîm ê bi navê Baha Mutlu ji Rûdawê re wiha got: “Kujerê wî yekek nas bû. Ji gundekî Tetwanê bû. Deh rojan carek dihat serdana me û diçû. Ev jî bi serê xwe pirsek e. Gelo çima bi vî kesî dane kirin? Gelo çima wî kir? Ev kuştin ne kuştineke ji rêzê ye. Ne kuştinek ji kuştinan e. Kuştinek e bi qest e û bi plansazî ye.”

Şêx Evdilkerîm di van salên dawiyê de nûnertiya herî baş a medreseyên nexşebendî yê Norşênê dikir. Xeta vê malbatê weke xeteke neteweperwer û oldar dihate dîtin. Qesta kuştina şêx gelo qutkirina vê xeta bi hêz a kurdayetiyê bû?

Şêxê Medreseya Oxînê Şêx Fetullah jî dibêje: “Înşela piştî wefata mele Evdilkerîm bibe îbretek ji ehlê mala wî re, ji me teva re, ji temamê ûlemayên Kurdistanê re. Em dê zaftir bixebitin û nidin fêmkirin ku tekane çare ilim, edeb û tesewif e.”

Di nava 3 rojan de ji 100 hezarî zêdetir kesan tevli şînê bûn û serxweşî li malbatê kirin. Li ser zimanê herkesî heman gotin; xwedê heqê wî nehêle.

Welatiyê bi naêv Îmadûdîn jî got: “Kuştina şêxekî nexşebendiyan kuştina alemeke li ba me.”

Welatî Vatan Askay jî wiha axivî: “Salê hezar bela û mûsîbetan ji ber deriyê ne misilmanan dûr dikir. Wiha nebû lêkirin. Xwedê heqê wî li erdê nehêle.”

Feqiyê Şêx Evdilkerîm ê bi navê Sanrullah Şîpalî jî got: “Em jî eynî wisa ku seyda li odeya xwe be û ders dide, em dê dersên xwe berdewam bikin înşelah.”

Ji gelek aliyên siyasî heta gelek tarîqetên cuda xwedî li cenaze û şîna Şêx Evdilkerîm derketin. Lê hezkiriyên wî dixwazin ev xwedîlêderketin armanca kuştina şêxê wan bi her awayî ronî bike û xeta şêxên Norşênê bi reseniya xwe bê parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst