Hewlêr û Dihok kelûpelên Îranê boykot dikin, Amedê jî piştgirî da

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mehmet Kaya Êrişên Îranê Boykot Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Hewlêr Dihok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê piştî êrişên Îranê piştgirî da banga boykotê ya odeyên pîşesazî û bazirganiyê yên Hewlêr û Dihokê.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê Geylan Hacî Seyîd û Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dihokê Eyad Hesen banga rawestandina pêwendiyên aborî û bazirganiyê yên bi Îranê re kiribû û wan ji veberhêneran xwestibû ku berhemên Îranê boykot bikin

Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya li ser vê bangê nameyeke piştgiriyê ji her du odeyan re şand.

Mehmet Kaya di nameya piştgiriyê de wiha got:

"Em ji ber êrişên Îranê banga Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Hewlêr û Dihokê yên ji bo rawestandina têkiliyên bazirganî û aborî yên bi Îranê re û banga boykotê ya ji bo sermayedarên xwe rewa dibînin.

Ji ber biryara boykotê ji bo pêwîstiyên ku dê li Herêma Kurdistanê çêbibin, em amade ne bi kompanyayên xwe re her cure piştgiriyê pêşkêş bikin.

Ji bo ku birayên me û karsazên me yên li Herêma Kurdistanê piştî boykotê mexdûr nebin û pêwîstiyên wan ên mirovî dabîn bikin, em wekî Amedê careke din dixwazin diyar dikin ku em amade ne her gavan biavêjin û bi were ne.

Rehma Xwedê li karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî, keça wî ya yek salî Jîne û sivîlan be ku di 15ê Kanûna Paşîna 2024an de di êrişên mûşekî yên Îranê yên li Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dabû û em ji malbatên wan re sersaxî û sebirê dixwazin.

Em êrişên bi vî rengî yên li Herêma Kurdistanê yên ku aramiyê têk didin şermezar dikin.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst