Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li parêzgeha Amedê Bakurê Kurdistanê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê pîroz kir.
PWKyê li rêxistina xwe ya Amedê ji bo Kurdistanê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê çalakiyek li dar xist.
Endamên PWKyê, nûnerên saziyên sivîl, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Berdevkê PWKyê Hanîfî Turan moderatoriya çalakiyê kir û xêrhatina beşdaran kir.
Piştre Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay daxuyaniya partiyê xwend û derbarê wate û girîngiya vê rojê de semînerek da.
“Zimanê Kurdî di aşê asîmîlasyonê de tê hêrandin”
PWKyê di daxuyaniya xwe de anî zimên ku zimanê Kurdî di cîhanê de zimanek e ku herî zêde rastî zilm û zordariyê hatiye.
Mehmet Can Azbay got, “Îro jî zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî/Kirmanckî) bi awayekî dijwar û nemirovî di aşê asîmîlasyonê de tê hêrandin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, tevî hemû astengiyan dersa bijarte ya Kurdî heye. Di weşangeriya televîzyonan de jî hinek gavên erênî hatine avêtin.
Lê mixabin hîn jî di Destûra Bingehîn û yasayên pêwendîdar de û li Parlamentoya Tirkiyeyê zimanê Kurdî tune tê hesibandin.
Hîn jî Kurdî ne zimanekî fermî ye û perwerdeya bi Kurdî nehatiye qebûlkirin.”
“Ev trajediya mezin tawana mirovahiyê ye”
PWKyê da zanîn ku ji ber siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya bi dehan salan, bi milyonan Kurd nikarin bi zimanê xwe biaxivin.
Hat diyarkirin ku ev yek trajedî û travmayeke gelekî mezin e û berpirsên vê yekê "tawana mirovahiyê" dikin.
PWKyê got, “Divê li hemberî vê siyaseta asîmîlasyon û jenosîdê, hemû Kurdên li Tirkiye p Bakurê Kurdistanê li ber xwe bidin.
Divê ji bo fêrbûna Kurdî bernameyên taybet pêk bînin.”
Bangî malbat, sazî û partiyan hat kirin
Di daxuyaniyê de bangî malbatên Kurdan hat kirin ku li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û vê yekê wekî erkeke niştimanî bibînin.
Her wiha hat xwestin ku malbat ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.
PWKyê bangî hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, televîzyon, radyo û rojnameyan kir ku Kurdiyê bikin zimanê xwe yê sereke.
Hat xwestin ku hemû siyasetmedar, nivîskar û hunermend di jiyana xwe de axaftin û fêrbûna Kurdiyê wekî prensîbeke bingehîn bi cih bînin.
“Bila bibe destpêka perwerdeya bi Kurdî”
Daxuyaniya PWKyê bi van daxwaz û peyaman bi dawî bû:
“Divê hemû şaredarî, weqif, saziyên sivîl, karsaz û dibistan kursên taybet ên perwerdeya bi zimanê Kurdî vekin.
Bila Roja Zimanê Dayîkê bibe destpêka bidestxistina mafê perwerdeya bi Kurdî.
Bila Kurdî bibe zimanê fermî û di hemû qonaxan de bibe zimanê perwerdeyê.
Bila 21ê Sibatê bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî û her rojeke nû bibe teşwîqek ji bo ku her Kurdek bi zimanê dayîka xwe biaxive.
Zimanê me hebûna me ye! Divê em bi Kurdî biaxivin, binivîsin û bi Kurdî bijîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse