Amed (Rûdaw) - Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ye.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hîn bi milyonan zarokên Kurd tenê bi zimanê Tirkî perwerde dibin û zimanê Kurdî di perwerdeyê de qedexe ye.
Kurdên Bakurê Kurdistanê ji bo balê bikişînin ser daxwaza perwerdeya bi Kurdî û polîtîkayên helandina zimên, Roja 21ê Sibatê bi awayekî girseyî û bi çalakiyên curbicur pêşwazî dikin.
103 sal in tenê Tirkî
Di ser avabûna Komara Tirkiyeyê re 103 sal derbas bûne lê hîn jî bi milyonan zarokên Kurd bi zimanê Tirkî perwerde dibin.
Rewş wisa lê hatiye ku zarokên Kurd tenê bi Tirkî mezin dibin.
Piraniya wan yan qet bi Kurdî nizanin yan jî kêm dizanin.
Lê yên Kurdî dizanin jî û yên nizanin jî heman daxwazê dikin; perwerdeya bi Kurdî.
Li gorî nûnerên saziyên zimanê Kurdî, eger Tirkiye bixwaze bi Kurdan re peymaneke mayînde ya biratiyê çêbike, divê pêşî zimanê Kurdî nas bike.
"Divê dewlet gav bavêje"
Endama MED-DERê û Aktîvîsta Zimanê Kurdî Dîlan Guvençê li ser mijarê got:
“Her gel bi zimanê xwe heye. Em jî dibêjin em bi zimanê xwe hene.
Em dibêjin perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî bingehîn û gerdûnî ye. Divê dewleta Tirk jî qebûl bike.
Pêvajoyek bi navê 'pêvajoya aştî û civaka demokratîk' hate destpêkirin.
Di vê pêvajoyê de ya ku dê dilsoziya pêvajoyê bide nîşan jî zimanê Kurdî û statuya zimanê Kurdî ye.
Eger dewlet bixwaze gav bavêje divê zimanê Kurdî nas bike, di qanûnên xwe de misoger bike û astengiyên yasayî yên li pêşiya Kurdî rake.”
Heta ku Kurd mafê perwerdeya bi Kurdî bi dest bixin, divê çi gavan bavêjin?
"Pêşî nava mala xwe paqij bike"
Mamosteyê Kurdî Zana Farqînî jî wiha bersiv da:
“Serê pêşîn divê mirov nava mala xwe paqij bike. Divê mirov zimanê kuçe û bazaran li zimanê xwe vegerîne.
Ev sed sal in ku siyaseta serdest hatiye kirin. Divê tu wê hişmendiyê ji serê xwe derxî.
Bi vî awayî dê tu hem têkoşîneke navxweyî bidî û hem jî têkoşîneke derveyî bidî ku li derveyî îradeya te li te hatiye kirin.”
Kurd ji bo balê bikişînin ser daxwaza perwerdeya bi Kurdî her sal 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê bi girseyî pêşwazî dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse