Belgefîlma Rûdawê Xelata Webbyê stand: ‘Ukrayna: Sê Sal Şer’

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Xelata Webbyê Ukrayna: Sê Sal Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma Tora Medyayî ya Rûdawê Xelata Webbyê ya sala 2026an bi dest xist.

Ev cara duyem e ku Tora Medyayî ya Rûdawê vê xelata giranbiha bi dest dixe.

Belgefîlma Rûdawê yê bi navê "Ukrayna: Sê Sal Şer", xelata "Dengê Gel" a Saziya Webbyê ya Amerîkayê ya sala 2026an bi dest xist.

Rûdawê li gel saziyên navdar ên cîhanê hevrikî ji bo vê xelatê kir.

Ew saziyên navneteweyî ABC News, BBC, Washington Post, Al Jazeera English, CNN, NBC News û CBS News bûn.

Hevrikiya bi tîmên navneteweyî re

Belgefîlma Rûdawê li gel bernameya "60 Minutes" a tora CBS Newsê ya Amerîkayê, di beşa "Vîdeo, Fîlm, Nûçe û Siyaset" de Xelata Webbyê bi dest xist.

Di heman beşê de berhemên torên ABC News, Al Jazeera English û NBC Newsê jî namzed bûn.

Di vê berhemê de nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman û wênegir Ehmed Omer diçin eniyên şer ên Ukrayna û Rûsyayê.

Dilniya Rehman û Ehmed Omer li wir çîroka xelkê koçber û wêraniyên şer vegot.

Kedkarên belgefîlmê

Karê montajê yê belgefîlmê ji aliyê Şikar Kemal û karê rengê jî ji aliyê Birwa Omer ve hatiye kirin.

Birêvebirê Giştî yê Xelata Webbyê Nick Bornstein, 2yê Nîsanê ji ber namzediya belgefîlmê pîrozbahî li Tora Medyayî ya Rûdawê kir û got:

"Pîroz be! Karê we di nav 13 hezar berheman de wekî yek ji baştirînên kategoriya xwe hat hilbijartin."

Merasîma xelatdayînê ya îsal ku biryar e 11ê Gulanê were lidarxistin, dê 30 saliya damezirandina Webbyê pîroz bike.

Xelata herî bilind a di qada dîjîtal de

Hinek ji wan saziyên ku li gel Rûdawê xelat birine ev in: Modela Claudeyê ya şirketa Anthropicê, modela Gemini 3ya Googleyê, şirketa Appleyê, şirketa Spotifyê, ajansa NASAyê, xizmetguzariya PayPal û NBC Newsê.

Xelata Webbyê sala 1996an hatiye damezirandin û di warê nûjeniya dîjîtal de gelekî giranbiha ye.

Serkeftî ji aliyê Akademiya Navneteweyî ya Huner û Zanistên Dîjîtal û Dengê Gel ve tên hilbijartin.

BBC wekî yek ji xelatên herî navdar ên cîhanê behsa Webbyê dike.

New York Times jî wê wekî rêzgirtina herî bilind a ji bo berhemên înternetê dibîne.

Tora Medyayî ya Rûdawê sala 2024an bû saziya yekem a medyayî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê ku Xelata Webbyê bi dest xist.

Her wiha li ser asta Rojhilata Navîn jî bû duyem saziya medyayî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst