Amed ji bo Kurdî meşiya: 'Mafên Kurdan ne mijara bazarê ne'

Amed (Rûdaw) - Dildarên zimanê Kurdî ji bo ku Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê perwerdeyê û zimanê duyemîn ê fermî li Qada Şêx Seîd a Amedê civiyan û wan ji bo Kurdî daxwaza statûyê kir.

Girseyê paşê ji qadê heta Deriyê Mêrdînê meşeke girseyî li dar xist.

Di meşê de bi her du zaravayên Kurdî, Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) de stran hatin gotin û dirûşm hatin bilindkirin.

Piştî meşê li ser navê girseyê bang li dewletê hat kirin ku hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê Kurdî rake.

Her wiha li Kurdan jî banga xwedîderketina li ziman hat kirin.

"Mafên Kurdan ne mijara bazarê ne"

Hevseroka DBPyê ya Amedê Rûçem Elyakutê tekez kir ku nabe bazar li ser mafên Kurdan bê kirin û wiha got:

"Mafên neteweya Kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwebirêvebiriyê, ne mijara bazarê ne.

Divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu."

"Ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî em dê têkoşîna xwe bi pêş bixin"

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî destnîşan kir ku ew dê ji niha û pê de li parlamentoyê ji bo naskirina zimanê Kurdî zêdetir bixebitin û got:

"Em dê ji îro û pê de jî ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdeyê, em dê têkoşîna xwe piştî vê saetê jî bi pêş bixin."

Kesên ku tevli meşê û daxuyaniyê bûn jî xwest xalên destûra bingehîn a Tirkiyeyê ku li pêşiya zimanê Kurdî û neteweya Kurd asteng in an bên rakirin an jî bên sererastkirin.

"Divê Tirkiye statuya Kurdî nas bike"

Çalakvana ziman Dîlan Guvençê bal kişand ser statu û bikaranîna Kurdî û wiha got:

"Ev 100 sal in bişaftina ku li ser Kurdan tê meşandin mixabin ji ber ku ziman ne zimanê perwerdeyê ye, helandineke mezin li ser zimanê Kurdî çêbûye.

Mixabin nifşên nû bi zimanê xwe naaxivin. Ji bo vê yekê jî divê sedsala ku Komara Tirkiyeyê ku dixwaze xwe ji nû ve saz bike, divê zimanê Kurdî qebûl bike, statuya Kurdî nas bike û perwerdeya zimanê Kurdî jî mîsoger bike."

"Ji ber axaftina bi Tirkî zarok nikarin xweşik bi Kurdî biaxivin"

Çalakvana ziman Rojîn Kayayê gazinên xwe yên ji ber axaftina bi Tirkî wiha anîn zimên:

"Ji ber ku dora me hemû bi Tirkî diştexilin zarokên me jî nikarin bi xweşikî bi Kurdî biaxivin.

Wextê ku dibistan bi Kurdî be dê ji xwe zarok jî bi xwe bi Kurdî biaxivin."

"Bila dibistanên me çêbibin"

Çalakvana biçûk a ziman Evîn Kayayê xwestekên xwe yên ji bo Kurdî wiha bi lêv kirin, "Bila dibistanên me çêbibin. Zimanê me nasnameya me ye."

Sazî û dezgehên zimanê Kurdî biryar da ku di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de heta 1ê Hezîranê li gelek bajar û navçeyan ji bo zimanê Kurdî çalakiyên curbicur li dar bixin.