Tîm li bakur û başûrê welêt li Nêçîrê winda digerin

21-05-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Tîm li Nêçîr digerin / Wêne: AA
Tîm li Nêçîr digerin / Wêne: AA
Nîşan Nêçîr Kom Winda Gever Xebat
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Ciwanê 16 salî yên ku li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ketibû Avaşînê hîn jî nehatiye dîtin û li Bakur û Başûrê Kurdistanê xebat berdewam dikin.

Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ciwanê bi navê Îbrahîm Nêçîr Kom 10ê vê mehê dema bi hevalên xwe re ji bo geştê diçe herêma Oremarê dikeve Çemê Avaşînê û winda dibe.

Hevalên wî radigihînin ku dema wan li dora çemê xwarin dixwar, Nêçîr ji bo girtina wêne û vîdeoyan çûye kêleka rûbar û careke din venegeriyaye.

Nêçîr Komê 16 salî tevî hemû hewlan jî heta niha nehatiye dîtin.

Hewldanên ji bo dîtina Nêçîr ji 10ê Gulanê ve didomin û xebatên lêgerînê di bin serkêşiya AFADê de tên meşandin û gelek tîm beşdarî xebatan dibin.

Ji bo peydakirina Nêçîr hem li derûdora gundê Oremarê hem jî li herêmên Şêladizê û Amêdiyê yên Başûrê Kurdistanê xebatên lêgerînê berdewam dikin.

“Hêviya gelê Colemêrgê ew e ku lêgerîn temam bibe”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak da zanîn ku ew bi rêxistina xwe ve rewşê ji nêzîk ve dişopînin û li pey çû:

"Hêviya me û hêviya gelê Colemêrgê jî ew e ku lêgerîn temam bibe û peyda bibe.

Daxwaza malbatê jî ev e. Ya rastî 11 roj in hemû saziyên Colemêrgê jî hatin û wan piştgirî da malbatê û niha jî lêgerîn berdewam dikin."

“Em lê digerin lê peyda nabe”

Yakup Guleryuzê xizmê Nêçîr derbarê rewşê wiha axivî:

"Dewlet, milet her cure kes, ji welat û ji derveyî welat gelek kes hatin.

Em lê digerin lê peyda nabe. Xwedê kêmasiya çi kesî nede, ev av jî aveke gelek xeter e.

Av gelekî mezin e. Serê biharê jî dawiya biharê jî av zêde dibe û ti carî kêm nabe."

Li aliyê bakur ve zêdetirî 120 endamên tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatê dikin.

Li aliyê Başûrê Kurdistanê ve jî li derdora Şêladizê bi beşdarî û alîkariya hêzên Pêşmergeyan lêgerîn berdewam dikin.

“Em ji du aliyan ve lê digerin”

Behmen Komê mamê Nêçîr spasiya xwe ji bo hemû aliyên ku alîkariyê dikin anî zimên û got:

"Em ji du aliyan ve lê digerin. Hem li vî alî hem jî li aliyê Îraqê (Başûrê Kurdistanê).

Li wir jî gelekî alîkariya me kirin. Xwedê xêra wan mezin bike, Pêşmergeyan alîkariya me kir."

Avaşîn, piştî Çemê Zê (Zap) duyem rûbarê herî mezin ê herêmê ye ku bi xeteriya xwe tê zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst