Li Mexmûrê dîsa dron ket xwarê

21-06-2025
RÛDAW
Nîşan Mexmûr Dron KEtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dronek li qezaya Mexmûrê ya parêzgeha Nînowayê ket xwarê.

Her wiha li nahiyeya Xelekanê ya parêzgeha Silêmaniyê, ji ber ketina dronekê yan mûşekekê agir derket.

Birêveberê Nahiyeya Xelekanê ya Parêzgeha Silêmaniyê Kameran Ebdula li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Kameran Ebdula got, "Ji saet 1:00ê nîvro ve agir li nêzîkî gundê Şêx Mensûriyanê derketiye û heta niha nehatiye kontrolkirin."

Kameran Ebula diyara kir ku, hêzên ewlehiyê, muxtar û xelkê navçeyê li sedema şewatê digerin, lê ti bermayiyek nedîtine.

Her wiha got, "Li gorî pêşbîniyan, dronek yan jî parçeyek mûşekê ketiye xwarê."

Li aliyê din, îro li nêzikî gundê Mişarê yê li bakurrojavayê qezaya Mexmûrê ya parêzgeha Nînovayê, dronek ket xwarê.

Berpirsê YNKyê Mexmûrê Xazî Feysel ji re got, "Li wî sînorî Pêşmergeyên me hene û derbarê bûyerê de em agahdar kirin. Dronek bêyî ku biteqe ketiye xwarê û şikestiye."

Li gorî gotina Xazî Feysel, di encama ketina dronê de ti ziyanek çênebûye.

Her wiha Xazî Feysel got, "Em guman dikin ku drona Îranê be. Me hêzên Îraqî agahdar kirine û ew çûne ji bo rakirina wê."

19ê Hezîran 2025an, dronek li gundê Azî Kendê yê nahiyeya Qeracê ya navçeya Mexmûrê ya parêzgeha Nînovayê ket xwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst