Serok Barzanî: Êdî kes nikare ji bo nehiştina Kurdistanê hewl bide

21-08-2023
Nîşan Serok Barzanî Dihok Civîn Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî got ku “Kurdistan berhema têkoşîna gelê Kurd e û êdî kes nikare ji bo nehiştina Kurdistanê hewl bide.”

Serok Mesûd Barzanî ev çend roj in li Dihokê û navçeyên wê bi xelkê re dicive.

Serok Barzanî îro jî bi alim, rûspî û karsazên Dihokî re civînek li dar xist.

Serok Barzanî di vê civînê de axaftinek kir û bal kişande ser rewşa siyasî ya herêmê.

“Rêya serkeftinê yekîtî ye”

Yekîtiya di nav partiyên siyasî yên Kurdan de xalek ji yên sereke ya axaftina Serok Barzanî bû.

Serok Barzanî amaje pê kir ku rêya serkeftinê yekîtî ye û got:

“Şertê sereke yê yekîtiyê ev e ku hemû alî ji doza gelê Kurd a rewa û kamiraniya gel bawer bikin.”

“Mixabin niha jî rêzê li destûrê û peymanan nagirin”

Serok Barzanî bi bîr anî ku Îraqê di maweyê sedsala borî de hewl daye ku gelê Kurd nehêle lê piştî 2003yan rewş guheriye û niha ji bo lihevkirinê derfetek heye û berdewam kir:

“Lê mixabin niha jî rêzê li destûrê û peymanan nagirin. Hîn jî hewl didin ku Herêma Kurdistanê bi rêya yasayan qels bikin lê Kurdistan, berhêma têkoşîna gelê Kurd e û êdi kes nikare ji bo nehiştina Kurdistanê hewl bide.”

Serok Barzanî da zanîn ku divê gelê Kurdistanê pişta xwe bi xwe qewîn bike û ragihand ku hikûmet ji bo berfirehkirina çavkaniyên dahatê projeyan çêdike.

“Hewl didin li Kurdistanê tovê bêhêvîbûnê biçînin”

Serok Barzanî da zanîn ku hinek hewl didin li Kurdistanê tovê bêhêvîbûnê biçînin û hesta niştimanpwerweriyê ji holê rakin.

Serok Barzanî herwiha bal kişande ser belavbûna metirsiya madeyên hişbir û ji mamoste û aliman xwest ku li dijî vê yekê hizra neteweyî berbelav bikin.

Serok Barzanî di dawiya civînê de guh li gilî, gazin, xwestek û pêşniyariyên xelkê girt û bersiv dan pirsên wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst