Hewlêr (Rûdaw) - Arîf Guranê bavê Narîn Guranê di salvegera yekemîn a kuştina keça xwe de li ser gora wê got, “Ev ne tenê meseleya Narînê ye, meseleya Kurdan e.”
Narîn Gurana 8 salî ku li Amedê piştî 19 rojan termê wê hatibû dîtin, di salvegera yekemîn a kuştina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Ji ber kuştinê cezayê heta hetayê yê girankirî li dayîk, ap û birayê wê hatibû birîn.
Bav Arîf Guran bi qêrîn diyar kir ku ew bêguneh in û got, “Keça min a 8 salî bi awayekî hovane hat kuştin.
Kesên ku qet nehatibûn Çûliyê, bi hezaran şîroveyan malbatek wekî kujer nîşan dan.
Eger kujer ev malbat be, koka me biqedînin. Eger kujer ne ev malbat be, êdî dawî li vê zilmê bînin.”
Lêgerîna 19 rojan û encama biêş
Narîn Gurana ku li gundê Çûliyê yê navçeya navendî ya Rêzanê dijiya, 21ê Tebaxa 2024an ji bo ku biçe qursa Quranê ji malê derketibû û careke din agahî jê nehatibû sitandin.
Di encama xebatên lêgerînê yên ku 19 rojan bi koordîneya parêzgariyê û bi beşdariya nêzîkî 2 hezar personelan hatin kirin, termê Narînê di çemê ku 2 kîlometreyan dûrî mala wê ye de hatibû dîtin.
Di encama lêpirsînê de bi tohmeta "kuştina zarokê ya bi qestî û bi hevkarî " cezayê heta hetayê yê girankirî li dayîk Yuksel Guran, mamê wê Salîm Guran û birayê wê Enes Guran hat birîn.
Cîranê wan Nevzat Bahtiyar jî bi tohmeta "veşartina delîlên sûc" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê sitand.
“Delîleke ku wîjdan qebûl bike derneket holê”
Parêzerê malbatê Yilmaz Demîroglû ku di merasîma bîranîna li ser gora Narînê de axivî, diyar kir ku biryar li ser bingeha delîlên şênber nîne û ew dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.
Demîroglû wiha pê de çû: "Em dizanin ku bi gotina kesê ku Narîn li gelî veşartiye, edalet pêk nayê.
Heta îro ti îfadeyên vî kesî (Nevzat Bahtiyar) bi ti delîlên madî nehatine piştrastkirin.
Em dizanin ku ti sedem nîne ku dayîkek, mamek û birayek werin ba hev û ferîşteheke biçûk bikujin.
Em dibînin ku roja kuştinê apê wê li ser telefona xwe fature daye û dayîka wê li ser telefona xwe bi lîstikan lîstiye.
Kîjan endamê malbatê dikare ew qasî rehet tevbigere?
Em nikarin bi şîrovekirina tarîtiyê li dijî malbatê û bi têgihiştina ‘Kujer di nav xwe de bibînin’ bigihîjin encamekê."
Bav Guran: "We bi lêkolîneke sînordar a bazê malbata min tune kir"
Bav Arif Guranê ku di nav hêsiran de daxwaza xwe ya edaletê anî ziman, diyar kir ku malbat ji ber medyaya civakî û lêpirsîna kêm rastî lîncê hatiye.
Arîf Guran bal kişand ser şêweyê lêpirsînê û got, "We tenê bi lêkolîneke sînordar malbata min tune kir.
Di raporên ku îro derketine de hatiye tespîtkirin ku hem telefona mam Salim Guran û hem jî ya Nevzat Bahtiyar ji aliyê polîsan ve hatiye jêbirin. Ev niyeta xerab çi ye?"
Guran bertek nîşanî wê yekê jî da ku Dadgeha Bilind dosyaya 19 klasorî di 19 rojan de erê kiriye û got,
"Aqil heye, mentiq heye. 19 klasor di 19 rojan de çawa xelas dibin? Em darizandineke rast dixwazin, em qayirme naxwazin."
"Ez dê dest bi nobeta edaletê bikim"
Bavê xemgîn di axaftina xwe de ragihand ku ew dê dest bi nobeta edaletê bike û diyar kir ku malbat li ser nasnameya xwe ya Kurd û nirxên herêmê jî hatiye hedefgirtin:
“Dema rayedarên dewletê derdikevin û rasterast li ser vê malbatê diaxivin, helbet li ser medyaya civakî jî ew ê biaxivin.
Dema rayedarên dewletê tên vir, tên ser vê gorê û sersaxiyê ji malbatê re naxwazin, helbet civak jî dê vê malbatê şermezar bike.
Me çi kir? Me çi zanîbû me ew got. Ma ew qasî niyeta xerab dibe? We di çavê civakê de malbata Guranan tune kir.
Eger malbata Guranan ev yek kiribe, bila tune bibe. Bila bi heft tebeqan bikeve binê erdê.
Eger nekiribe, dê gunehê vê yekê li stûyê kê be? Îro dê gunehê wê dayika di girtîgehê de li stûyê kê be?
Dê gunehê wî mamî, wî birayî li stûyê kê be? Lê çi ye? Em zû ji bîr dikin. Sibê dusibê dê her kes ji bîr bike, her kes dê biçe.
Lê em ê ji bîr nekin, em dê têbikoşin. Em dê heta mirinê têbikoşin. Destê xwe deynin ser wîjdana xwe.
Hûn di nav civakê de malbatekê tune dikin. Hûn çandekê tune dikin. Ev ne tenê meseleya Narîn Guranê ye.
Ev meseleyeke Kurdan e. Malbata Narîn Guranê Kurd e. Tenê li aliyekî nenêrin. Ji zilmê re li çepikan nexin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse