Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Dîlokê ragihand ku li Navenda Paşdevegerandinê ya Birêvebiriya Koçê ya bajêr 56 koçber bi jehrê ketine.
Hat diyarkirin ku ji wan 48 kes hatine dermankirin lê 8 kes hîn li nexweşxaneyê ne.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dîlokê, li Navenda Paşdevegerandinê ya navçeya Oguzeliyê hejmarek koçber verişiyane û zikê wan çûye.
Li ser vê yekê tîmên tenduristiyê midaxele kiriye û 56 kes birine nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
Her wiha ji 56 kesan 48 kes li nexweşxaneyê hatine dermankirin û vegerandine navendê.
8 koçber ji ber rewşa wan a tenduristiyê li nexweşxaneyê hatine hiştin.
Parêzgariyê ragihand ku derbarê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse