کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

kurdistan

‘AKP ji bo desthilatdariya xwe êrişê Efrînê dike’

Serkan İnce

Serkan İnce

22-01-2018
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Serkan İnce
Serkan İnce22-01-2018

Nûçeyên Têkildar

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike
TIRKIYE25-11-2026

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Kurdistan25-11-2026

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Amed (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier ragihand kub hikûmeta AK Partiyê ji bo li ser deshilatdariya xwe berdewam be êrişê Efrînê dike.

 

HDPê Duyemîn Kongreya Awarte ya Taxa Rezan a Amedê di bin ewlehiyên berfireh ên polîsan de li avahiya xwe ya bajêr saz kir.

 

Polîsan rê neda Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ber avahiya HDPê ya Amedê derbarê êrişa ser Efrînê de daxuyaniyê bidin.

 

Li ber deriyê avahiya HDPê ya Amedê ji ber aloziya di navbera çalakvan û polîsan de Hevseroka KCDê Leyla Guven ji piyên xwe bi sivikî birîndar bû.

 

HDPê bang li Amerîka û hevpeymaniya dijî DAIŞê kir ku li hemberî êrişa ser Efrînê bêdeng nemînin. Herwiha li gor HDPê hikûmeta AK Partiyê û MHP ji bo hilbijartinên 2019an êrişî Efrînê dikin. Herwiha welatiyên Bakurê Kurdistanê ji ber Rûsyayê qada esmanî ya Efrînê ji Tirkiyê re vekiriye nerazî ne.

 

Di Duyemîn Kongreya Awarte ya Taxa Rezan a HDPê de êrişên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Di êrişa Tirkiyê ya ser Efrînê de HDP bi taybetî balê dikşîne ser rola Rûsyayê û daxwaz dike ku Amerîka û hêzên hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê bêdeng nemînin.

 

Derbarê mijarê de Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier ji Rûdawê re got: “Gelê Efrînê 7 sal e li wir deshilat e. Heta niha ti gef û metirsiyeke wan li ser Tirkiyê çênebûye. Lê Tirkiye ango hikûmeta AKP û MHPê ji bo xatirê deshilatdariya xwe berdewam bikin, ji bo di nav raya giştî ya Tirkiyê de vê dîktatoriya heyî berdewam bikin dixwazin şerekî derbixin û ji bo vî şerî jî Efrîn hilbijartine.”

 

Piştî kongreyê HDP, DBP, TJA û KCDê xwestin ku li ber avahiya HDPê derbarê Efrînê daxuniyek bi çapemeniyê bidin. Lê polîsên dewleta Tirkiyê bi hinceta ku mijar Efrîn e rê nedan daxuyaniyê. Li ser vê yekê di navbera endam û alîgirên HDP, DBP, TJA, KCD û polîsan de alozî derket. Di encam de Leyla Guven ji piyên xwe bi sivikî birîndar bû.

 

Li ser heman mijarê Hevseroka KCDê Leyla Guven jî wiha axifî: “Rêveberê polîsan tiştek gotin. Gotin ku 'Em îro destûrê nadin'. Me jî got 'Çima'. Gotin 'Ji ber ku dewleta me li Efrînê dide hûn li hemberê vê yekê tiştekî bêjin em qebûl nakin'. Binêrin, dixwazin bînin wê astê ku kes dengê xwe dernexe da ku ew jî biçin li Efrînê bidin. Faşîzm gihiştiye vê qonaxê.”

 

Di dema aloziyên li ber deriyê HDPê de nêzîka 10 balefirên şer bo bombebarana Efrînê ji Balefirxaneya Leşkerî ya Amedê rabûn.

 

Welatiyekî xelkê Amedê hestên xwe wiha anîn ziman: “Divê operasyon nehata kirin. Divabû Rûsyayê jî rê neda balefirên şer. Rûsyayê xwe firot.”

 

Kesekî din jî got: “Amerîkayê çawa destûr da ez şaş mame. Rûsyayê jî digot ku 'Ez dê rê û destûrê nedim Tirkiye êriş bike' lê destûr da.”

 

Welatiyekî din jî wiha dibêje: “Rûsya û Tirkiye her du jî dewlet in. Kes berjewendiyê xwe bi ava kesî nade. Diyar e bazirganiya her duyan bi hev re heye. Lewra rê daye û dibêje 'lê bixe'.”

 

Êrişa ser Efrînê li Bakurê Kurdistanê bû sedema nerazîbûneke zêde, lê ji ber qedexeyên rewşa awarte ev nerazîtiya gel nikare xwe bi çalakiyên meydanî bîne zimên.

Nûçeyên Têkildar

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike
TIRKIYE25-11-2026

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Kurdistan25-11-2026

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Pirsên