Civîna şandeya DEM Partiyê û Ocalan bi dawî bû

22-01-2025
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sûriye DEM Partî Abdullah Ocalan Îmrali
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna şandeya DEM Partiyê û Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan a li Girava Îmraliyê piştî derdora  4 demjimêran bi dawî hat û şande ji Îmraliyê vegeriya.

Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, îro ji bo hevdîtina li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan çû Girtîgeha Îmraliyê.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, civîna şandeya DEM Partiyê û Abdullah Ocalan nêzikî 4 demjimêran berdewam kiriye.

Şandeya DEM Partiyê piştî civînê ji Girva Îmraliyê vegeriya.

Hat ragihandin ku dê Şandeya DEM Partiyê derbarê civîna duyem a bi Abdullah Ocalan re 23yê Kanûna Paşîn a 2025an daxuyniyeke nivîskî belav bike.

"Ocalan dê name ji Qendîl, Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî re binivîse"

Tê îdiakirin ku Abdullah Ocalan dê ji Qendîl, Mezlûm Ebdî, Serok Mesûd Barzanî û Selahattîn Demîrtaş re nameyan binivîse.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê Pervin Buldan pêk hatibû roja 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Girtigeha Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.

Piştî hevdîtinê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê li şûna wî qeyûm hatibû danîn tevlî şandeyê bûbû.

Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Ocalan re bi Serokê Parlamentoya Tirkiyê û ji bilî ÎYÎ Partiyê bi hemû partiyên li Parlamentoyê re civiyabû.

Şandeyê her wiha çûbû serdana Hevserokên berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdagê.

Şandeya DEM Partiyê, ji bo hevdîtina duyem a li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan roja Duşemê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê dabû.

Dihat pêşbînîkirin ku di Ahmet Turk jî di serdana duyem de di nav şandeyê de cih bigire lê li gorî zanyariyan vê carê jî tenê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan çûne Girava Îmraliyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst