Rojnameyên Amedê rûpelên xwe yên Kurdî rakirin

Amed (Rûdaw) - Li Amedê 3 rojnameyên herêmî, ji ber şert û mercên Rewşa Awarte rûpelên xwe yên bi kurdî bi temamî rakirin. Ew rojnameyên ku ligel tirkî 2 rûpel jî bi kurdî weşan dikirin dê êdî tenê bi tirkî weşana xwe bikin. Gerînendeyên rojnameyan dibêjin piştî rewşa awarte, ew dê dîsa dest bi weşana kurdî bikin.


Rewşa Awarte ku ev salek û nîv e hatiye ragihandin, bandoreke neyînî li ser rojnameyên herêmî yên Amedê jî kir. Li bajêr 3 rojnameyên ku du rûpelên xwe bi kurdî jî dinivîsandin, piştî Rewşa Awarte rûpelên xwe yên bi kurdî bi temamî rakirin.


Yek ji van rojnameyan jî Tîgrîs e. Gerînendeyê Rojnameya Tîgrîsê Îlyas Akengîn, bi bîr dixe wan 3 sal û nîv li ser hev cih daye kurdî lê piştî Rewşa Awarte ji tirsa kurdî ji rojnameyê rakirine.


Gerînendeyê Rojnameya Tîgrîsê Îlyas Akengîn ji Rûdawê re diyar kir ku piştî Rewşa Awarte hat û alozî roj bi roj zêde bûn, me biryar da ku em rûpelên xwe yên bi kurdî rawestînin û got: “Çimkî em dizanin berê ji ber kurdî çi qewimiye. Tecrûbeyeke me ya nebaş heye. Me jî weke tedbîr kurdî rawestand. Lê dema rewş asayî bibe, em dê dîsa weşana xwe ya bi kurdî berdewam bikin.”


Yek ji van rojnameyên ku cih dida kurdî jî Diyarbakır Ozgur Haber bû. Di weşana wê de rûpela Kurdistanê jî hebû. Lê piştî Rewşa Awarte wan jî dev ji kurdî berda. Lewre li ser wan bi qanûnên nû hatiye ferzkirin û wan jî êdî dev ji kurdî berdaye.


Gerînendeyê Ozgur Haberê Engîn Ozturk jî wiha axifî: “Di rûpela kurdî de çi nivîsandiye, me çi nivîsandibe, diviyabû me bi tirkî jî heman tişt nivîsandiba. Yanî wergera wê kiriba. Ji ber vê yekê jî îmkanên me yên aboriyê û derfetên me rê neda ku em kurdî berdewam bikin.”


Însiyatîfa Rojnamevanên Azad ÎRA jî van pêşveçûnan ji nêz ve dişopîne. Li gorî Berdevkê Însiyatîfê Heqî Boltan, rewşa rakirina zimanê kurdî ji rojnameyan hem asta zextan û hem jî asta rojnamevaniya heyî nîşan dide.


Berdevkê Însiyatîfa Rojnamevanên Azad Heqî Boltan da zanîn ku dewlet jixwe naxwaze tu weşana kurdî bikî û nûçeyan bi kurdî biweşînî û wiha pê de çû: “Naxwaze tu gotaran bi kurdî belav bikî û analîzek bikî. Dewlet dixwaze qedexe bike. Jixwe helwesta desthilatdariyê jî li holê ye.”


Li Amedê 9 rojnameyên rojane yên herêmî  derdikevin. Ji wan 3 rojnameyên ku cih didan kurdî Tîgrîs, Diyarbakir Ozgur Haber û Guneydogu Guncel, rojnameyên sereke yên Amedê bûn ku beriya Rewşa Awarte cih didan kurdî jî.