Namzedê AK Partiyê yê Dêrsimê: Em dê bawerî û çanda Dêrsimê biparêzin

22-03-2024
Erkan Eroglu / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Erkan Eroglu / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Namzed AK Partî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Dêrsimê Erkan Eroglu got, “Em dê xweza, bawerî û çanda Dêrsimê biparêzin û em dê xizmeta herî baş ji vî bajarî re bikin.”

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Dêrsimê Erkan Eroglu, li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Dêrsimê ya giştî 89 hezar 317 e.

Nifûsa navenda Dêrsimê jî 41 hezar û 389 e.        

Di hilbijartinên 31ê Adarê de li Dêrsimê mafê dengdanê yê 24 hezar û 617 kesan heye.

Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de namzedê TKPyê Fatîh Mehmet Maçoglu bi rêjeya ji sedî 32,77an li Dêrsimê bûbû yekem.

HDP bi rêjeya 28,21ê bûbû duyem û CHP jî bi rêjeya 20,59an bûbû partiya sêyem.

Fatîh Mehmet Maçoglu vê carê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bûye namzed.

DEM Partî heta niha li Dêrsimê wekî partiya herî bihêz xuya dike û tê pêşbînîkirin ku di navbera wê û CHPyê de rikeberî hebe.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan ve Cevdet Konak kirin namzed.

TKPyê îsal Ozcan Saiısaltik û CHPyê jî Alî Mustafa Çelîk wekî namzed destnîşan kirin.

AK Partiyê sala 2019an li Dêrsimê ji sedî 14,06ê dengan wergirtin û vê carê Erkan Eroglu kir namzed.

Namzedê AK Partiyê yê Serokatiya Şaredariya Dêrsimê Erkan Eroglu bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Em dê hewl bidin ku Dêrsim bibe bajarekî pîroztir”

Erkan Eroglu destnîşan kir ku Dêrsim ji gelek aliyan ve hatiye piştguhkirin û got:

“Gelê Dêrsimê bi salan e hatiye paşguhxistin û rûbirûyî pirsgirêkên xwe hatiye hiştin.

Xelkek e ku derbarê çareserkirina pirsgirêkên wan hewlên pêwîst nehatine dayîn lê em dê îro ji bo çareserkirina hemû wan pirsgirêkên ku ketine ser hev çi kar ji destê me bê bikin.

Bi hêza me û hevkariya li gel dewleta me em dê hewl bidin ku Dêrsim bibe bajarekî pîroztir, bi watetir û ji bo jiyanê xweştir.”

“Ev gel, niha gelê herî xweşik ê cîhanê ye”

Erkan Eroglu destnîşan kir ku xelkê Dêrsimê zana ye û ew xizmetê ji gel re bikin û pê de çû:

“Dengderên Dêrsimê dengderên zana ne. Bêyî ku em ti cûdahiyê di navbera gelê Dêrsimê de bikin, di her warî de çi pêwîst bike em dê bikin. 

Em dê dilê xelkê Dêrsimê xweş bikin û hemû xizmetên kêm bînin bajêr.

Em dê bi sozên xwe yên di vî warî de hewl bidin bikevin nav dilê xelkê Dêrsimê û em dengên wan dixwazin.

Ev gel, niha gelê herî xweşik ê cîhanê ye û li cihê herî xweşik dijî.

Ji bo ku ev der xweşiktir bibe û bigihe xizmetên zêdetir çi ji destê me bê em dê bikin.”

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê gelek pispor ji bo Dêrsimê jî hişyariya erdhejê didin.

“Em jî dê xweza, bawerî û çanda Dêrsimê biparêzin”

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Dêrsimê Erkan Eroglu bal kişand ser metirsiya erdhejê û anî zimên:

“Wekî tê zanîn li Dêrsimê pêşbîniya erdhejê heye.

Divê bi taybetî di serî de avahiyên nesaxlem hemû bên nûjenkirin û derdora ji sedî 70-80yê avahiyan ne salem in.

Divê ev avahî werin nûjenkirin û temamkirin da ku xwe li ber erdhejê bigirin.

Bi veberhênana geştyariyê em dê hewl bidin derfetên kar ava bikin.

Li gel vê yekê derbarê çandiniya organîk û ajeldariyê projeyên me hene. Em dê ne ji bo koça mirovan ji bo mana wan a li vê derê sedeman zêde bikin.

Gelê Dêrsimê 5-6 salên dawî koçeke ji pêşbîniyan gelekî zêdetir daye.

Ciwanên me koç kiriye. Ev yek cihê nîgeraniyê ye.

Em jî dê xweza, bawerî û çanda Dêrsimê biparêzin û ez di wê baweriyê de me em dê xizmeta herî baş ji vî bajarî re bikin.”

“Em dê bi çanda xwe hebin”

Erkan Eroglu li ser projeyên xwe yên ji bo Kurdî jî wiha axivî:

“Derbarê çand û zimanê Kirmanckî (Zazaî), helbet zimanek e ku divê bijî.

Divê xelk bi bawerî ziman û çanda xwe bijî.

Eger kêmasî di vî warî de hebin dê bilez bên temamkirin.

Di warê civakî de jî em dê şaredartiyeke civakî pêşkêşî gelê xwe bikin.

Derbarê vê yekê de bila ti gumanên we nebin. Ew ziman, zimanên me yên dayikê ne. Em dê xwedî li hemûyan derkevin.

Em dê bi çanda xwe hebin. Niha Dêrsimê bi zîv û zimrûdan bipêçin eger ev mirov nebin ti wateya wê nîne.

“Ev der bajarekî pîroz e”

Yên ku vê derê bi wate dikin ev mirov in. Em rûbirûyî civakekî wiha ne ku rêz û hezkirinê ji doh ve li mala xwe heq dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku divê xwezaya Dêrsimê li gel mirovên wê bê parastin.

Ev der bajarekî pîroz e. Bi saya xwedê em dê bo mirovên xweşik bajarekî gelekî xweşik ava bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst