Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya Fly Erbilê ku navenda wê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ye, geştên xwe yên asamanî di navbera Hewlêr û Enqerê de dan destpêkirin.
Îro Duşemê (22.04.2019) geştên rasterast ên Kompaniya Fly Erbilê yên di navbera Hewlêr - Enqerê de dest pê kirin.
Balafira Kompaniya Fly Erbilê îro ji Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rabû û li Balafirxaneya Navdewletî ya Esenboga ya Enqerê danî. Balafira Kompaniya Fly Erbilê li Balafirxaneya Esenbogayê bi gul û çîçekan hat pêwazîkirin.

Geştên rasterast ên Kompaniya Fly Erbilê bo Hewlêr û Enqerê her rojên duşem û înê pêk werin. Geştên bo Hewlêrê dê seat 13.00 û bo Enqerê jî seat 16.00 be.
Biletên geştê ji 99 dolaran dest pê dikin û dê li ofîsên Kompaniya Fly Erbilê yên li balafirxaneyên Hewlêr û Enqerê bêne firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse