Parêzgarê Hewlêrê û Konsulê Tirkiyeyê li hev civiyan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erman Topçu Umêd Xoşnaw Enqere Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, li avahiya parêzgehê li gel Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu civiya.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, Konsul Erman Topçu ji ber şehîdketina welatiyan di bombebaranên dawî yên li ser Hewlêrê de sersaxî da.

Topçu daxwaza xêrê ji bo birîndaran kir û hêvî kir ku di demeke nêzîk de aramî û aştî li herêmê pêk were.

Parêzgar Umêd Xoşnaw ji ber vê hevxemî û helwesta Konsulxaneyê spasiya Tirkiyeyê kir.

Gelo di sîstema vîzeyê de guherîn heye?

Yek ji mijarên sereke yên civînê, mîkanîzmaya nû ya daxwaznameyên vîzeya Tirkiyeyê bû. Konsul Erman Topçu derbarê vê mijarê de ev agahî dan:

"Guherîna di daxwaznameyên vîzeyê de tenê di asta şirketa navbeynkar de ye.

Di rêkar, krîter yan jî qonaxên dayîna vîzeyê de ti guherînek çênebûye. Kar û bar li gorî rêzikên heyî berdewam dikin."

Di civînê de her du aliyan tekezî li ser xurtkirina hevahengiya di navbera Hewlêr û Enqereyê de kir.

Hat destnîşankirin ku divê ji bo asayîşa herêmê û baştirkirina xizmetguzariyên ji bo welatiyan hevkarî zêdetir bibe.

Konsulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê berê ragihandibû ku ji 7ê Nîsanê ve ji bo daxwaznameyên vîzeyê tenê saziya VFS Global erkdar e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst