Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê kesekî 21 salî yê ku ji bo hênik bibe kete çem, xeniqî.
Yunus Emre Ozsurunçê ku bi hevalên xwe re ji bo seyranê çû nêzîkî pire dîrokî ya Cendereyê, ji bo ku honik bibe ket Çemê Kolikê.
Piştî demeke Yunus Emre Ozsurunç di çem de winda bû.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê cendirme û tîmên agirkujiyê çûn herêmê.
Piştî xebateke bi qasî saetekê tîmên agirvemirandinê Ozsurunç ji avê derxist.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Ozsurunç miriye.
Tîman cenazeyê wî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse