Hêmin Hewramî: Barzanî û Mattis li ser referandumê gotûbêj kirin

22-08-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Amerîka Mesûd Barzanî James Mattis Referandum Serxwebûn Hêmin Hewramî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis li ser mijara referandumê axivîn.

 

Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê de, sê mijarên sereke hatine gotûbêjkirin û li gorî çavkaniyên nava civînê, derbarê referandumê de jî têgihîştineke baş di navbera Kurdistanê û şanda Amerîkayê de hebûye.

 

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, James Mattis îro piştî nîvro gihîşt bajarê hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.

 

Derbarê civîna navbera James Mattis û Mesûd Barzanî de, Şêwirmend û Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê, Hêmin Hewramî ku xwe yek ji beşdarbûyên civînê bûye, li ser hesaba xwe ya di tora civakiya twitterê de ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis di civîna îro de behsa sazdana referanduma serxwebûnê, şerê li dijî DAIŞê û berdewamiya diyaloga bi Bexdayê re kirine.

 

Êvariya îro sêşembî 22ê Tebaxa 2017ê, James Mattis piştî bi dawî anîna geşta xwe ya bo bexdayê, tevî şandeke pilebilind serdana Herêma Kurdistanê kir.

 

Di civînê de ji aliyê Kurdistanê ve, her yek ji Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî, Cîgirê Serokwezîrê Heêrma Kurdistanê Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Wezîrê Navxwe û Wekîlê Wezîrê Pêşmerge Kerîm Şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derwe ya Kurdistanê Felah Mistefa, Roj Nûrî Şawêys, Şêx Ceifer û hejmarek berpirsên din amade bûn.

 

Herwiha di şanda Amerîkayê de jî, Nûnerê Serokê Amerîkayê bo şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman, Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gross û hejmarek berpirs û generalên amerîkî di civînê de beşdar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst