DEM Partî bi saziyên ziman re civiya: Daxwaza sereke statu û perwerde ye

22-09-2025
Abdulselam Akinci
DEM Partî bi saziyên ziman re civiya/ Wêne: Rûdaw
DEM Partî bi saziyên ziman re civiya/ Wêne: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Kurdî Ziman Zana Farqînî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê, li Amedê bi 43 sazî û komeleyên ziman, çand û wêjeya Kurdî re civiya.

Di civînê de daxwazên sereke yên wekî statuyeke yasayî ji bo Kurdî û misogerkirina perwerdeya bi zimanê zikmakî derketin pêş.

Hat diyarkirin ku dê pêşniyar û daxwazên saziyan wekî raporekê ji ‘Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê’ ya parlamentoyê re werin şandin.

"Ziman hebûn e"

Endama Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di civînê de axivî û got:

"Wekî ku em her tim dibêjin, ziman hebûn e. Bê ziman jiyan jî nabe. Eger ziman nemîne, hebûna me jî nayê qebûlkirin.

Ji ber wê divê di destûra bingehîn de, di qanûnên din de û di komîsyonê de jî astengkirina li ser ziman were rakirin.”

"Bê statu asîmîlasyon didome"

Nûnerên sazî û komeleyên ziman jî tekezî li ser statuya Kurdî û perwerdeya bi zimanê zikmakî kirin û ew wek du xalên sereke destnîşan kirin.

Zimanzan Zana Farqînî jî daxwazên sereke anî ziman û got:

"Heke Kurd hebin, gelê Kurd hebe, bê ziman nabe. Divê statuya vî zimanî hebe.

Divê di hemû qonaxên perwerdeyê de bi vî zimanî perwerde were dayîn.

Her wiha divê di xizmetên dewletê de jî ev ziman were bikaranîn. Heke ev nebin, ev tê wateya berdewamiya asîmîlasyonê."

"Divê li hemberî ziman ti astengî nebin"

Nûnera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Anadoluyê (ANKA-DER) Emîne Oguzê jî bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û wiha axivî:

"Heke astengî li pêşiya zimanê dayikê yê mirovekî hebin, em nikarin bêjin ew mirov azad e.

Ji bo ku mirov hem bi hişmendiya xwe, hem bi derûnnasiya xwe û hem jî bi tenduristiya xwe azad be, divê ew mirov bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, bixebite û hemû karên xwe bi zimanê xwe bike û divê li hember zimanê wî jî ti astengî nebin."

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (DADSAZ) Parêzer Sîpan Gokhan jî got:

"Ya herî girîng ku divê were guhertin xala 42yan a destûra bingehîn e ku dibêje 'ji bilî Tirkî bi ti zimanî perwerde nabe'.

Ev xeletiyeke gelek mezin e û nijadperestî ye. Ji ber wê divê ji bo zarokên Kurdan pêşiya perwerdeyê were vekirin."

Encamname û rapora ku dê di encama civînê de were amadekirin, heta dawiya meha Îlonê dê bi rêya parlamenterên DEM Partiyê yên di komîsyonê de ne, pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst