Hewlêr (Rûdaw) – Di pêwendiyeke telefonî de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter derbarê operasyona kontrolkirina Mûsilê de gotûbêj kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku êvariya roja sêşemî 22ê Mijdara 2016ê,Wezîrê Berevaniy Amerîkayê Ashton Carter bi rêya telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di vê pêwendiya telefonî de, Wezîrê Berevaniya Amerêka xweşhalî û pîrozayiya xwe bi boneya serkevtinên Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê di eniyên şerê li dijî terorîstên DAIŞê nîşan da. Herwiha pêzanîn jî ji bo asta baş a hemahengî û karê hevbeş di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hebû.”
Barzanî û Carter tekezî li ser giringiya berdewambûna hemahengiya navbera hevpeymanan û Pêşmerge û Artêşa Iraqê, bi taybet di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê de kirin.
Di beşeke din a vê pêwendiya telefonî de, her du aliyan nêrîna xwe derbarê pêngavên cîbicîkirina plana rizgarkirina Mûsilê û derdora wê pev guhertin û qonaxên operasyonên yên heta niha jî bi serkevtî bi nav kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir: “Her di vê pêwendiya telefonî de, Barzanî spasiya gel û hikûmet û Artêşa Amerîkayê kir, ku di şerê terorê de puiştevanên Pêşmerge bûne û serkevtina yekcarekî li hember terorîstan jî hêvî kir.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse