Senatoya Amerîkayê ji bo parastina Kurdan projeyasayekê amade dike

3 demjimêr berê
Diyar Kurde
Senatorên Amerîkayî ji Rûdawê re axivîn / Wêne: Rûdaw
Senatorên Amerîkayî ji Rûdawê re axivîn / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurd Sûriye Amerîka Senator Parastina Kurdan
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Kongre û Senatoya Amerîkayê li mekanîzmeyekê digerin ji bo parastina Kurdan a li Sûriyeyê.

Senator Lindsey Graham aşkere kir ku vê heftiyê dê projeyasayekê ji bo wê mebestê pêşkêş bikin.

Senatorekî din jî dibêje, erka Amerîkayê ye ku piştrast be Kurd rûbirûyî tolhildanê nabin.

Senatorê Amerîkî Richard Blumenthal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew li Kongreyê ji bo parastina Kurdan kar dikin.

"Pêwîst e em Kurdan biparêzin"

Blumenthal got, "Bi baweriya min pêwîst e em Kurdan li Sûriyeyê biparêzin û gavan bavêjin ji bo em piştrast bin ku ew li hemberî her cezakirin û tolhildanê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve parastî dibin.

Ew erk li ser milê Amerîkayê ye, ji ber ku ew hemahengên me bûn û me bi hev re kar kiriye."

Wî senatorî hêvî lir birêvebiriya Amerîkayê gavên zêdetir ji bo wê mebestê bavêje û got:

"Ez bi hevkarên xwe re kar dikim ji bo hebûna her projeyasayekê, lê hêvîdar im hikûmeta Amerîkayê zêdetir parastina wan bike."

Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde di çend rojên borî de li gel dehan endamên Kongreyê li her du encûmenan axiviye û diyar kir:

"Hemû bi yekdengî li dijî wan êriş û binpêkirinan in ku li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê li hemberî Kurdan û hêzên Kurdan tên kirin."

Dilgiraniya li ser HSDyê

Senatorê din ê Amerîkayê Chris Coons jî dilgiraniya xwe li ser rewşê tîne ziman.

Coons ji Rûdawê re got, "Ez derbarê silametî û ewlehiya hevbeşên me yên Kurd ên li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de gelekî dilgiran im.

Bi baweriya min divê hikûmeta (Ehmed) Şer êrişên xwe rawestîne û wekî rêyeke guncaw bi Kurdan re guftûgoyê bike."

Li gel givaşên Kongreyê, birêvebiriya Amerîkayê jî hewldanên xwe zêde kirine û daxwaz kiriye agirbesta demkî ya Sûriyeyê bibe mayinde û pirsgirêkên navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê bi guftûgoyê bên çareserkirin, bi awayekî ku li Sûriyeya nû mafên Kurdan û hemû pêkhateyan parastî bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst