Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Dadgeha Seretayî ya Hewlêrê li ser giliya yasayî ya Mesrûr Barzanî, biryar da ku parlamenterê Kurdistanê yê ser bi Komela îslamî ve bi 110 milyon dînar ceza bike, parêzerê Mesrûr Barzanî ragihand, Barzanî ew rêjeya pereyê efû kiriye û tenê 250 dînarî li Soran Omer distîne.
Parêzerê Mesûr Barzanî yê Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, Rêbwar Hadî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ku parlamenterê Komela Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Soran Omer, roja 13ê Adara 2016ê çend tohmetên nerast û bê belge arasteyê Şêwirendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, Barzanî penah bire ber dadgehê û roja 13ê Adara 2016ê dozeke yasayî li dijî Soran Omer tomar kir.”
Rêbwar Hadî got: “Dadgeha Seretayî ya Hewlêrê bi amadebûna du parêzerên parlamenter Soran Omer û 3 pisporan ku sonda yasayî xwaribûn, zirara Mesrûr Barzanî bi 110 milyon dînar texmîn kirin.”
Rêbwar Hadî herwiha diyar kir: “Rêzdar Barzanî ji min re ragihand, ku mebesta wan ew nîne ku wî pereyî ji Soran Omer bistînin, belku tenê mebesta wî ew bûye ku ji raya giştî re zelal bike ku axavtinên Soran Omer ji rastiyê dûrin û bê bingeh in. Her ji ber wê jî dê tenê 250 dînar ji wî werbigre û cezaya darayî ya wî efû dike.”
Parêzerê Mesrûr Barzanî tekez jî kir: “Ev biryar tenê biryara destpêkê ye û dawî biryar nîne, her ji ber wê Soran Omer dikare îtîrazê bike û pêdeçûn bi biryarê bihê kirin.”
Li ser hemna mijarê, parlamenterê Komela Îslamiya Kurdistanê Soran Omer jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ez spasiya helwsta Mesrûr Barzanî dikim, lê belê arîşeya me rêjeya wî pereyê nîne, eger min nav xirab kiribe, ez amade me ji bo cezayê.”
Soran Omer got: “Ew rêkarên yasayî ku ji bo dosyayê hatine cîbicîkirin, bê alî nebûn. Dadgehê guh nedaye parêzerên min, eger min nav xirab kiribe, ez amadeyê cezayê me û lêbihorînê (efûyê) qebûl nakim. Hêvî dikim ku di îtîrazê de yan jî pêdeçûnê de, ez bibim (serkevtî bim).”
Soran Omer dibêje, dadgehê bi awayekê serbixwe kar nekiriye, lê belê her bi xwe jî dibêje: “Ez kêfxweşim, ku berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê penah birine ber dadgehê.”
Wî parlamenterê Komela Îslamî herwiha destnîşan kir: “Ev biryar dikare îtîraz û pêdeçûn li ser bihê kirin, hêvîdarim jî dadgeh, belgeyên min bibîne.”
Soran Omer amaje bi wê jî dike: “Serdozgeriya Gişît û Desteya Destpakiyê belge yekalî nekirine, lê belê dadgeh li benda wê yekê nekiriye. Min daxwaz jî kir, ku dadgehîkirin bo Silêmaniyê bihê veguhastin, lê belê daxwaza min nehat qebûlkirin. Eger ceza jî bi ser min de bihê sepandin, ne min ew pere heye û ne jî mulk û malê min heye ku bidim.”
Roja 13ê Adara 2016ê, Parlamenterê Komela Îslamiya Kurdistanê Soran Omer, di bernameyeke televizyonî de ragihandibû, ku Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, petrola Eyn Zale difiroşe û herwiha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî samana giştî bo berjewendiya şexsî bi kar tîne.
Lê belê Mesrûr Barzanî û Sefîn Dizeyî ew tohmet red kiribûn û piştre li dadgeha Hewlêrê li dijî Soran Omer doz vekiribûn.
Dadgeha Seretayî ya Hewlêrê jî bo her du dozan, Soran Omer mehkûm kir û cezayê 170 milyon dînarî ji bo her du dozan bi ser Soran Omer de sepand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse