Mesrûr Barzanî derbarê êrişên li Hewlêrê daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê Hewlêr Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew hemû hewlan didin ku Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê ji vî şerî biparêzin.

Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê êrişên bi mûşek û dronan ên li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî zêde bûne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişên li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

"Em hewl didin ku xelkê Kurdistanê biparêzin"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê êrişên li Hewlêrê got:

"Hinek aliyên li derveyî yasayê û terorîst Hewlêr kirine armanca xwe.

Piştrast bin em hemû hewlan didin xelkê Kurdistanê parastî be û dûrî her şer û aloziyekê be."

"Rê li ber terorîstan bigirin"

Mesrûr Barzanî her wiha bangî hikûmeta Îraqê kir ku "rê li ber van terorîstan bigire" da ku êdî Herêma Kurdistanê nekin armanc.

Rewşa meaş û elektrîk

Mesrûr Barzanî li ser mijara meaş û rewşa elektrîk jî axivî.

Serokwezîr diyar kir ku ew bi hikûmeta federal a Îraqê re li ser xetê ne da ku pirsgirêka meaş çareser bikin û spasiya sebra xelkê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje pê kir:

"Me hewleke cidî da ku em îsal elektrîka 24 demjimêrî ji bo hemû Kurdistanê dabîn bikin. Em li ser wê soza xwe ne û em dê bi cih bînin."

"Kêmbûna elektrîk demkî ye"

Mesrûr Barzanî sedema qutbûna elektrîk ya van demên dawî jî eşkere kir û got:

"Piştî wî şerê ku derketiye û ew êrişên ku li ser kêlgehên petrol û gazê hatine kirin, beşek ji şirketan ji bo parastina xwe hilberîna xwe kêm kiriye.

Ev jî bûye sedema kêmbûna elektrîk. Ev rewş demkî ye û em hêvîdar in rewş asayî bibe."

Serokwezîr daxwaz ji xelkê kir û got:

"Ez hêvîdar im bi sebir bin û fêm bikin. Tiştê rû daye li derveyî îradeya me bûye lê em hemû hewlan didin ku kêm ziyan bigihe xelkê Kurdistanê."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst