AMED - Ji sedan kreşên zarokan tenê yek bi Kurdî ye
Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê, sedan rewzeyên (kreş) zarokan hene û hemû ew cihê perwerdeya pêşwext ya zarokan bi zimanê Tirkî ne. Tenê yek Kreş bi zimanê Kurdî perwerdeyê dide zarokan.
Li vê kreşê ji bilî zimanê Kurdî, zarok di nava heriyê de dilîzin, li bostan keskatiyê datînin û nanê xwe bi destê xwe çêdikin. Zarokên temen biçûk li vê rewzeyê karên ji xwe mezintir dikin.
Li bajarê Amedê kreşên dewletê jî tê de bi sedan kreşên zarokan hene lê hemû jî bi Tirkî ne. Li bajêr tenê kreşek bi Kurdî heye. Li vê kreşê her tişt bi Kurdî ye. Ji xeynî zimanê Kurdî taybetiyeke din a vê kreşê heye; zarok li vê kreşê di nava heriyê de dilîzin, li bostan sebze datînin û nanê xwe jî bi destê xwe çêdikin. Zarokên temen biçûk li vê kreşê karên ji xwe mezintir dikin.
Ev zarok di nava axa tevirkirî de kixsê pîvazan datînin. Bi pêçiyên xwe yên biçûk dixwazin xeyalên ji xwe mezintir biafirînin.
Evder ne zeviyeke gund a çandiniyê ye. Li navenda bajarê Amedê baxçeyekî zarokan e, ango kreş e.
Li vê kreşê jiyan xwezayî û ziman jî bi Kurdî ye. Li Amedê bi sedan kreşên zarokan hene lê ev hem bi şêwaza xwe û hem jî bi zimanê xwe tekane kreşa Kurdî ye.
Xwediya kreşê, Suzan Okmen dibêje, “Em ji malbatan re dibêjin paqijî na. Em li vir cîzmeya wan li wan dikin, di nava heriyê de dilîzin. Bila qirêj bibin, bila destê wan di nava axê de be. Ew çiqas di nava axê de bimînin ewqas sekan û relaks dibin.”
Li vê kreşê tu pêlîstokek e plastîk nîn in. Hemû ji darik, ta, ben û potikan hatine çêkirin.
Mamosteya Zarokan Cejna Sezgîn diyar dike, “Dema bazinê heye. Em di dema bazinê de stranên bi kurmancî dibêjin, lîstikên kurmancî dilîzin. Em ziman li ser mêzê hîn nakin, di nava jiyanê de hîn dikin. Ji ber ku zimanê dayikê li ser mêzê nayê hînkirin.”
Malbatên ku kuleke wan a ziman hene û dixwazin zarokên wan li derveyî teknolojiyê mezin bibin zarokên xwe dişînin vê kreşê.
Bavê zarokê li kreşê Baran Samanci radigihîne, “Em ji bo zimanê dayika wan wan dişînin vê kreşê. Ji bo ku zimanê xwe, çanda xwe kultira xwe hîn bibin em wan dişînin vir.”
Li kreşê yek ji tişta ku herî zêde zarok jê hez dikin waneya çîrokê ye. Her roj demjimêrek jî be her yek ji wan carna dibe Mîrza Mihemed û carna jî dibin Şengê û Pengê.
Malbatên ku bêriya rojên berê dikin, bi xêra şevbihêrkên çîrokbêjiya li kreşê bîranînên zarokatiya xwe zindî dikin. Ev ji bo mezinan kêliyeke nostaljîk jî be ji bo biçûkan danîna hîmekî bingehîn a çandê ye.