Ebdulbasit Seyda ji ber Efrînê ji Îtilafa Niştimanî ya Sûriyê vekişiya

23-01-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Ebdulbasit Seyda Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Vekişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Ebdulbasit Seyda ragihand ku ji Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê vekişiyaye û aşkere kir ku sedema vekişîna wî ji ber helwêsta opozîsyonê ya li hember êrîşa ser Efrînê ye.

 

Ebdulbasit Seyda ji Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Riyad Seyf û endamên Encumena Giştî ya Îtilafê re nameyek şand û di nameya xwe de diyar kir “ji bo ku ez ji encamên pratîk û siyasî yên ku haya min jê tine ye li paş wan çi heye nebim berpirsyar û ji ber helwêsta Îtilafa Niştimanî ya li hember bûyerên ku li devera Efrînê diqewimin, ez radigihînim ku ji endamtiya Îtilafê vedikişim”.

 

Seyda di nameya xwe de destnîşan kiriye ku ewê li hember projeya niştimanî ya Sûriyê wefadar bibe.

 

Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ragihandibû ku ew piştgirî didin operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê.

 

Li aliyê din Cîgirê Serokê Îtilafa Opozîsyona Sûriyê Ebdulbasit Hemo ji Rûdawê re aşkere kiribû ku “li ser daxwaza Encumena Niştimaniya Kurdî ya li Sûriyê (ENKS), Îtilaf li ser daxuyaniya ku di derbarê Efrînê de belav kiriye, dê civîneke bilez pêk bîne”.

 

Roja şemiyê (20-1-2018) firokeyên şer ên Tirkiyê dest bi bombarankirina Efrîn û derdora wê kirin.

 

Piştre Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê bi daxuyaniyek diyar kir ku operasyonê roja şemiyê 20ê Çileya 2018an di saet 17:00an de dest pê kiriye û navê "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" lê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst