'Hêzên Tirkiyeyê ji Efrînê venekişiyane'

15-09-2025
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Tirkiye Leşker Vekişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re eşkere kir ku berevajî daxuyaniyên berê, hêzên artêşa Tirkiyeyê heta roja duşemê ji navenda bajarê Efrînê venekişiyane.

Li gorî heman çavkaniyê, hêzên Tirkiyeyê heta niha jî li nav her du dibistanên Ezhar Efrîn û Fêsel Qedûr ên li navenda bajêr bi cih bûne û baregehên xwe vala nekirine.

Çavkaniya taybet a Rûdawê da zanîn ku ji ber vê rewşa nezelal û amadekariyên leşkerî, tirs û dilgiranî li nav xelkê bajarê Efrînê belav bûye.

Hate gotin ku ev cara yekem e deriyên navendên Parastina Sivîlan li bajêr vekirî ne ku ev yek wekî amadekariyekê ji bo rewşeke awarte tê dîtin.

Ev agahî di demekê de tên ku berê Ragihandina Birêvebiriya Efrînê ya hikûmeta Sûriyeyê ve ji Rûdawê re ragihandibû ku hêzên Tirkiyeyê di çend qonaxan de ji tevahiya navendên ewlehiyê yên herêma Efrînê derketine û ew baregeh radestî Birêvebiriya Efrînê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst