Li Heskîfê 8 xanî hatin rûxandin

23-01-2025
RÛDAW
Nîşan Heskîf Xanî Rûxandin Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heskîfê parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistan, bi hinceta ku li ser erdê xezîneyê hatine lêkirin 8 xanî hatin rûxandin.

Li gundê Zaxoranê yê li kêleka Bendava Heskîfê bi hinceta ku li ser erdê xezîneyê yê dewletê hatine lêkirin 8 xanî (vîla/xaniyên luks) hatin rûxandin.

Parêzgariya Êlihê ragihand, piştî ku tîmên Îdareya Taybet a Bajêr û tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr tespît kir ku li ser erdê xezîneyê avahiyên bêdestûr hatine lêkirin karên yasayî hatine temamkirin û 8 xanî ji aliyê tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ve hatine rûxandin.

Divê were gotin ku sala 2019an bi hinceta çêkirina Bendava Heskîfê, bajarê dîrokî yê Heskîfê ku xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye di bin avê de ma û beşeke zêde jî hat tunekirin.

Dewletê bajarê Heskîfê veguhast cihekî din ku 3 kîlometreyan dûrî navenda bajarê kevin bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst