Konsulxaneya Çînê piştî rapora Rûdawê daxuyanî da: Em dê tedbîrên herî tund bistînin

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya li Hewlêrê piştî bernameya "Li Gel Renc" a Rûdawê ragihand ku ew dê li hemberî dermanên qedexekirî tedbîrên herî tund bistînin.

Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya li Hewlêrê piştî bernameya "Li Gel Renc" a Rûdawê daxuyaniyek da.

Konsulxaneyê ragihand ku ew lêpirsîna derbarê anîna dermanên qedexekirî yên mirîşkan a bi rêyên neyasayî ji nêzîk ve dişopînin.

Dosyaya lêkolînê ya ku Renc Sengawî amade kiribû û belge kiribû ku li çelîgên mirîşkan ên Silêmaniyê dermanê bi navê "Furaltadon" tê bikaranîn ku dibe sedema penceşêrê, hikûmeta Çînê xiste nava tevgerê.

Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya li Hewlêrê di daxuyaniya xwe ya fermî de li dijî kesên ku bazirganiya neyasayî dikin û rêbazên sextekariyê bi kar tînin helwesteke tund nîşan da û tekez kir ku dê li hemberî şirketên Çînî yên tevlî sextekariyê bûne "tedbîrên herî dijwar" werin girtin.

"Dê tedbîrên herî tund werin girtin"

Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya li Hewlêrê da zanîn ku hikûmeta Çînê kalîte û ewlehiya berhemên hinardekirî wekî pêşengiyeke neteweyî dibîne û wiha got:

"Eger di encama lêpirsînan de were piştrastkirin ku dabînker an hinardekarên Çînî yasayan bin pê kirine, tevlî sextekariya etîketan an navlêkirinê bûne, hikûmeta Çînê dê li gorî yasayan cezayên herî giran li aliyên berpirsyar bibire."

Sûcê çend kesan nayê stûyê bi hezaran bazirganan

Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya li Hewlêrê bal kişand ser pêwendiyên kûr ên aborî yên bi Herêma Kurdistanê re û peyama parastina bazirganên durist hat dayîn û got:

"Em dê ti caran rê nedin ku kiryarên neyasayî yên çend kesan, zererê bide nav û dengê bi hezaran bazirganên Çînî yên rewa ku beşdariyê di aboriya herêmî de dikin.

Em bi awayekî xurt piştgiriyê didin têkoşîna rayedarên herêmî ya li dijî van çalakiyên bazirganî yên neyasayî."

Skandal çawa derketibû holê?

Di lêkolîna Rûdawê de derketibû holê ku dermanê bi navê "Furaltadon" ku zêdetirî 40 sal in li cîhanê qedexe ye û bi têkdana hucreyan dibe sedema penceşêrê, ji bo ku ji gumrikan derbas bibe di nava qutiyên vîtamînan ên bi navê "Super Max" de hatiye veşartin.

Bersûcên ku Renc Sengawî li girtîgehê bi wan re hevdîtin kiribû, li xwe mikur hatibûn ku wan bixwe bi şirketên li Çînê re pêwendî daniye û xwestiye ku derman bi "etîketên sexte" werin şandin.

Kontrola şeş qonaxî

Piştî skandalê Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê jî ket tevgerê û ragihand ku di hawirdekirina dermanan de derbasî pergaleke parzûnkirinê ya şeş qonaxî bûne.

Di çarçoveya seferberiya kontrolê de, pêvajoya îmhakirina mirîşkên li wan çewlîgên ku dermanê qedexekirî lê hatiye bikaranîn bi hûrgilî tê şopandin da ku ew mirîşk nekevin bazarê.