4 kurdên Rojhilata Kurdistanê di bin şapeyê de man

23-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kolber Rojhilatê Kurdistanê Şapeya Berfê
A+ A-

Urmiye (Rûdaw) – Li navçeya Xoy a ser bi bajarê Urmiyê ya Rojhilata Kurdistanê 4 kolber di bin şapeya berfê de man û jiyana xwe ji dest dan.


Li navçeya Xoy devera Kotolê, 4 kurdên ku li ser sînor bazirganiyê dikirin, di bin şapê de jiyana xwe ji dest dan û herwiha kurdekî jî birîndar bû.


Li gor daxuyaniya Heyva Sor a Şaxa Xoyê, li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê çûne cihê bûyerê û ji bo ku welatiyan rizgar bikin dest bi xebatê kirine.


Çavkaniyên herêmî jî diyar dikin, ji ber ku ekîbên rizgarkirinê dereng çûne cihê bûyerê, welatiyên navborî jiyana xwe ji dest dane.


Termên kesên ku di bin şapê de mabû , danê sibehê li derdora saet 07:30an hatin derxistin.


Ji ber ku li Îranê Supaya Pasdaran rêyên ku diçin ser sînor girtine, kolber neçar dimînin ku li ser rêyên xetere bazirganiya xwe bikin.


Xoy duyemîn navçeya herî mezin a Urmiyê ye û nifûsa wê li derdora 348 hezar e. Ji sedî 63ê navçeyê azerî û ji sedî 37ê wê jî kurd e.


Dirêjahiya sînora navçeya Xoy û bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê 90 kîlometre ye.        

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst