Girtiyekî siyasî yê Kurd hat bidarvekirin

02-01-2024
Nîşan Bidarvekirin Kurd Îran Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyekî siyasî yê Kurd ê bi nave Dawid Ebdullahî li Girtîgeha Qizil Hîsarê ya Kerecê hat bidarvekirin.

Dawid Ebdullahî xelkê bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û ev 14 sal in ku girtî bû.

Şeş roj berî niha, rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandibû ku rêveberiya girtîgehê Dawid Ebdullahî veguhastiye jûra yekkesî û metirsiya bicihkirina cezayê bidarvekirina wî heye.

Li gorî zanyariyan, Dawid Ebdullahî piştî ku ketiye jûra yekkesî dest bi grêva birçîbûnê kiribû.

Li aliyê din, 29ê Kanûna Pêşîna 2023yan girtiyê bi nave Eyub Kerîmî dîsa li Girtîgeha Qizil Hîsarê hatibû îdamkirin.

Herwiha 5ê Çiriya Paşîna 2023yan jî girtiyê bi nave Qasim Abiste li heman girtîgehê hatibû bidarvekrin.

Ev her du girtî jî ji ber heman dosyaya Dawid Ebdullahî hatibûn girtin û 14 salan di girtîgehê de mabûn.

Dawid Ebdullahî li gel şeş welatiyên din ên bi navên Qasim Abiste, Eyub Kerîmî, Ferhad Selîmî, Enqer Xizrî, Xesrew Beşaret û Kameran Şêxe li ser dosyeya kuştina melayê mizgefteke Mihabadê yê bi navê Ebdulrehîm Tîna, 7ê Kanûna Pêşîna 2009an hatibûn desteserkirin.

Ew welatî dawiya Adara 2016an bi tohmetên “hewldana dijî asayîşa neteweyî”, “propagandeya dijî hikûmetê”, “endambûna grûpên selefî” û “gendeliya li ser zeviyan” hatin dadgehkirin.

25ê Gulana 2016an jî bi awayê fermi ji wan re hat gotin ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn.

Îsal 823 kes hatine îdamkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku sala 2023yan li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 823 kes hatine bidarvekirin.

Li gorî Hengawê 151 kes ji wan Kurd in, anku ji sedî 18ê ku Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin Kurd in.

Hengawê detnîşan kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sala 2022yan 582 û sala 2021ê jî 331 kes hatine îdamkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst