Ji bo Kurdên li Brîtanyayê dijîn hişyarî!

23-03-2024
RÛDAW
Koçberên di nav deryayê de/Wene: Arşîv
Koçberên di nav deryayê de/Wene: Arşîv
Nîşan Brîtanya Kurd Penaber Hişyarî Rwanda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çapemeniyê de derketibû, li Brîtanyayê dê heta sê hezar sterlînan bidin wan kesên ku serlêdana wan a penaberiyê hatiye redkirin da ku herin Rwandayê.

Beriya ku biryar fermî bibe divê koçber di vê mijarê de hişyar bin.

Hikûmeta Brîtanyayê dixwaze heta ku serlêdana wan qebûl bibe penaberên ku bi rêyên qaçax çûne wê derê bişîne Rwandayê.

Hefteyên borî di çapemeniyê de derketibû ku Hikûmeta Brîtanyayê dixwaze ji bo vê yekê rêyeke din bide ber penaberan.

Li gorî vê yekê hatibû ragihandin Hikûmeta Brîtanyayê ji bo kesên ku serlêdana wan a penaberiyê hetiye redkirin bişîne Rwandayê, dê heta 3 hezar sterlîn pere teklîfî wan bike.

Bernameya Diasporayê ya Rûdawê li dijî “sextekaran” hişyarî da koçberên Kurd ên ku li wî welatî dijîn ku îthtîmal heye wan bişînin Rwandayê.

Derket holê ku li Brîtanyayê di van demê dawî de hinek kes li penaberan digerin û ji wan re dibêjin eger çûna Rwandayê qbûl bikin dê 3 hezar sterlîn bidin wan.

Lê eşkere bûye, ew kesên ku li penaberan digerin, ne karmendên hikûmetê ne lê kesên li dijî koçberan in.

Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê û rêxistina Alîkariya Koçberan ev hewildan şermezar kir û wan ji koçberan xwest ku ji bangên bi vî rengî bawer nekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst